Smiley face
sorani
Smiley face

Li Kerkûkê cenazeyê jinekê hate dîtin

2017-12-07 20:16:03
Li bajarokê Şuwan ê Kerkûkê cenazeyê jinekê ku şopên fîşekan li ser bûn hate dîtin. Rêveberê polîsên Şiwan got; “Heya niha malbata vê jinê eşkere nebûye û nehatiye nasîn.”


 

 

 

HEWAR STAR/ KERKÛK


Îro li gundê Tûmar ê girêdayî bajarokê Şuwan ê Kerkûkê cenazeyê jinekê ku bi fîşekan hatî kuştin, hate dîtin.

 

Der barê bûyerê de Rêveberê Polîsên bajarokê Şuwan, Şiwan Mecîd ji ajansa me re ev agahî dan; “Îro êvarê cenazeyê jinekê ku ji aliyê şivanekî ve hate dîtin, wî jî agahî da me. Piştî hêzên me çûn cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Gule bi pişt ve li serê wê hatiye xistin û di eniyê re derketiye. Fîşekek din jî li bedena wê hatiye xistin.”

 

Şiwan Mecîd got; “Piştî lêkolîna li vir, cenaze hate şandina morga Nexweşxaneya Kerkûkê, belê hîna jî nehatiye nasîn. Li gor cenaze be, ev jine temenê wê di navbera 30-40 salî de ye û dibe ji vê navçeyê bi xwe be. Belê heya niha li ser vê boyerê ti kesê peywendî li gel me çênekiriye, yan jî ti serlêdanek gilîkirinê çênebûye.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin