Smiley face
sorani
Smiley face

Bi panelekê  jiyana bi hev re û jin di olên cûda de hate nîqaşkirin

2017-12-07 20:00:03
Bi armanca kêmkirina tundûtûjiya dijî jinê li navçeya Çemçemal panelek li ser mijara di baweriyên cûda de jiyana bi hev re û nêzikatiya ji bo jinan hate lidarxistin.


 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL


Îro êvarê li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê Dezgeha Jiyan a ji bo mafê mirovan, li ser jiyana bi hev re di baweriyên cûda de panelek hate lidarxistin.

 

Di panelê de Asrewan Qadiro yê ku ji baweriya Zerdeşî axivî û got; “Di dinyayê de tişta herî baş Xwedê ye. Her wiha tişta herî ciwan a Xwedê çêkirî mirove. Ji bo wê jî nabe ev afirêneriya ciwan a Xwedê ku jine bê çewsandin.”

 

 

Di panelê deSerokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê yê Şaxa Çemçemal mele Ebdulwehab Sengawî axivî û got; “Ti ayatek Quranê rê nade ku jin bê çewsandin. Qala jiyana bi hev re û jiyana dostane dike.”

 

 

Li ser jiyana bi hev re di ola Xiristiyan de Salar Caf jî wiha got; “Di baweriya ola Xiristiyan de zilam piştî jinê tê. Ji jinan re pir rêz tê girtin.”

 

 

Her wiha Serokê Komeleya Ronakbîrî û Komeleya Yarîsan Herêm Kakeyî ku axivî, got; “Weke Kakeyî li gel ku bi dewamî Kakeyî bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatine çewsandin jî, belê timî baweriya wan bi jiyana bi hev re û rêzdayîna ji bo jinê heye.”

 

 

Li ser armanca panelê endamê Dezgeya Jiyan parêzer Bokan Ebdullah ku ji ajansa me re axivî, got; “Armanca lidar xistina vê panelê ji bo kêmkirina tundûtûjiya dijî jinê ye. Her wiha di olan de çewan qala jiyana bi hev re û rêzdayîna ji bo jinan tê kirin. Di vê çarçoveyê de bawermendên ji ola Zerdeştî, Xiristiyan, Kakeyî û Îslamê ji xelkê re ragihandin ku hemû ol li dijî tundûtûjiyê ne. Daxwaza jiyana bi hev re û rêz dayîna ji hev dû re dikin.”

 

 

Di dawiyê de jî Bokan Ebdullah got; “Divê em ji bo civakek baş kar bikin. Civaka baş ewe ku jin têde serbest bin. Her civakek nîvê wê hatibe çewsandin, bê guman ew civak ne civakek başe. Li ser vê mijarê bernameya me ya li bajar û navçeyên din lidar xistina panelên wiha heye.”

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin