Smiley face
sorani
Smiley face

Asayişa Êzidxanê ji bo welatiyên Borik û Sinunê civîn lidar xist

2017-12-07 18:14:24
Asayişa Êzidxanê ji bo welatiyên gundê Sinunê û Borik civîn lidar xist. Civînê de şêwaza xizmetkirin û parastina gel ji aliyê asayişê ve hate nîqaşkirin.


 

 

NEDÎME ŞEMO-MEHABAD SEYÎD/ ŞENGAL


Îro Asayişa Êzidxanê di çarçoveya xabatên xwe yên li Şengalê de ji bo welatiyên herdû gundên Sinunê û Borik ên Şengalê civîn lidar xist. Civîn li gundê Sinunê û Borik hatin lidarxistin.

 

Di civînê de Farmandarê Asayişa Êzidxanê Xebat Herbo axivî û wiha got; “Em weke Asayişa Êzidxanê timî û li her cihî hazirin ku xizmeta gelê xwe bikin. Gelê xwe bi parêzin. Cihê keyfxweşiyê ye ku îro zarokên vî gelî bi xwe gelê xwe diparêzin. Xizmeta gelê xwe dikin. Kombûna me ya li vir li ser esasê ku em çewan karibin xizmeta gelê xwe bikin. Çewan nêzî gelê xwe bibin. Ger îro gilî û gazindên me hebin, weke asayiş em hatine ku guhdarî we bikin.”

 

Xebat Herbo di dewama axaftina xwe de wiha got; “Em jî dixwazin weke civaka Êzidî xwe bi rêxistin bikin. Ji bo carek din gelê me bi fermanan re rû bi rû nebe. Hemû kesê dît ku di 3’ê Tebaxê de çi ferman hate serê gelê me. Bi sedan jinên ciwan hatin revandin. Bi sedan zarok hatin kuştin û qetilkirin. Bi hezaran Êzidî di fermanê de hatin revandin û kuştin. Ji bo carek din ferman neyên serê me, ji bo carek din em neyên lîstokên ên weke Barzanî û DAIŞ’ê, divê em rêxistina xwe çêkin. Asayişa xwe ava bikin. Hêza xwe ava bikin. Weke civaka Êzidî û bi taybetî gelê Şengalê rêxistina xwe çêkin.”

 

 

Di civîna gundê Borkikê de jî Fermandarê Asayişa Êzidxanê Xebat Herbo ji gel re axivî û got; “Weke zarokên vî gelî, ger her roj em canê xwe jî bidin, em amadene ku erkê dikeve ser milê me pêk bînin. Xizmetê ji gelê xwe re bikin. Heya ji destê me were em rê nedin ti kes xaka me qirêj bike, destê xayînên xirêj dirêjî xaka me bibe.”

 

Banga ji bo ciwanên Şengalê

 

Her wiha Xebat Herbo di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên Şengalê kir û got; “Banga min ji bo hemû ciwan û gelê Şengalê heye ku ew bi xwe rêxistina xwe ava bikin û tevlî nav refên Asayişa Êzidxanê bibin. Ji bo xizmeta gelê xwe bikin.”

 

‘Ev fermanên hatin serê me ji ber bê rêxistinbûna me bûn’

 

 

Di dawiyê de jî endamê Asayişa Êzidxanê Qasim Xwedêda jî axivî û got; “Gelek kes hatin û gotin ku emê we bi parêzin. Ji ber ku me bawerî da wan, em bûn lîstokên wan. Gelek ferman anîn serê gelê me. Piştî van hemûyan divê em bi xwe rêxistina xwe ava bikin û hêza xwe ava bikin. Ev fermanên hatine serê me hemû ji ber bê rêxistinbûna me bûn.”

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin