Smiley face
sorani
Smiley face

'Ji ber yekîtiya neteweyî nîne em destkeftiyên xwe ji dest didin'

2017-11-15 10:12:03
Rojnameger û welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ji ajansa me re axivîn, diyar kirin her tim Kurd ji ber nebûna yekîtiya neteweyî destkeftiyên xwe ji dest didin û gotin ku eger yekîtiya neteweyî hebûya ev rewş bi serê Başûr de nedihat.


 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

 

 

Rojnameger û welatiyên Başûrê Kurdistanê têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî ya di vê demê de ji ajansa me re axivîn.

 

Berpirsê Pêwendiyên YNK'ê yê Kerkûkê Wişyar Ebdulrehman têkildarî girîngiya yekîtiya Kurdan wiha anî axivî; "Di vê qonaxê de mijara yekîtiya Kurdan yek ji xalên herî pêwîst ên serkeftina Kurdan e. Di heman demê de ji bo îro û pêşerojê jî di warê her mijarekê de pêwendî bi niştiman û neteweya Kurd re hebe girîng e. Eger yekîtî nebe em ê timî bişkên. Ji ber vê yek ji bingehên serkeftina neteweyî yekîtî ye. Hebûna yekrêzî û yekîtiya Kurdan e. Bê yekîtî wê di her mijarê de şikestin çêbibe."

 

 

Ebdulrehman axaftina xwe wiha domand; "Ji sala 1990'an ve behsa Kongreya Neteweyî tê kirin, eger Kurdan karîba wê kongreyê pêk bînin wê ji bo Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bibûya parlamentoyek. Em ê weke îro rastî rastî şikestinan nehatibana. Xewna her Kurdekê/î ew e ku carekê Kongreya Neteweyî pêk bê. Lê heya niha ji qonaxa hewldanan derbas nebûye. 16 caran li Elmanya, Fransa, Hollanda û Kurdistanê civiya. Lê heya niha weke pêwîst dike nikarîbû cihê hemû hêviyên Kurdan bigire."

 

Her wiha Çavdêrê Siyasî Fexredîn Mihemed jî li ser yekrêziya Kurdan wiha got; "Ji bo ku Kurd bikarin vê qonaxê derbas bikin, di nava guhertinên Rojhilata Navîn û li ser xaka xwe xwedî cih û giranî bin, di encama guhertinan de ziyanê nebînin, divê xwedî yekrêzî bin. Bingehên sereke yên hebûna her neteweyê û faktorên hundirîn yekîtî û yekrêzî ye. Bi rastî ji dema bihurî û heya vê kêliyê jî Kurd û hêzên siyasî nikarîbûn li ser guhertinan yekgirtî bin. Nikarîbûn ji bo Kurdan Kongreya Neteweyî pêk bînin."

 

 

Fexredîn Mihemed axaftina xwe wiha dewam kir: "Me nikarîbû, hikûmetek yekgirtî, nêrînek yekgirtî, proje û kongreyek bi hêz pêk bînin. Çavên her civakê li projeyên eşkere ne. Ji ber nebûna yekîtiyê, wisa kiriye ku em lewaz bin. Dijminên me li ser piraniya guhertina yekgirtî ne da ku rê nedin xwestekên me. Bi taybetî piştî guhertinên li Bakur pêk hatin. Ev hemû bi bêheziya nêrîna navxweyî ya me ve girêdayî ye."

 

Çavdêrê Siyasî Fexredîn Mihemed herî dawî wiha got; "Ji bo ku em bikarin li ser welatê xwe xwedî hebûn bin û nûnertiyeke rasteqîn a mijara neteweyî bikin, pêwîst e em yekgirtî bîn û yek hêz bîn. Nêrîneke me ya zelal û eşkere û bi hêz hebe. Li ser bingeha nêrîneke zelal li hemberî neyar û dijmên xwe tevbigerin. Ji ber bi rastî nêrîneke ne zelal û eşkere em anîn vê rewşê."

 

Rojnameger Hêmîn Hesen jî li ser heman mijarê wiha axivî; "Eger di kolanekê de pirsgirêka du malan hebe, wê nexweşî bikeve kolanê. Eger li welatekê di navbera du hikûmet an jî du parlamentoyan de pirsgirêk hebe û guh nedin hevdu, wê pirsgirêk mezin bibe. Niha herî zêde pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya nava xwe heye. Pêwîst e yekdeng bin. Ji ber Kurd di nava xwe de ne yekgirtî û yekdeng bûn gihiştin vê rewşê. Nikarin li Bexda bi awayekî xurt rawestin û daxwaza mafên xwe bikin."

 

 

Rojnameger Hêmîn Hesen herî dawî got; "Ez ji bo dîrokê dibêjim, eger Kurd di nava xwe de yekîtiyê çênekin, wê nikarbiin daxwaz û mafên xwe bi dest bixin. Wê pirsgirêkên wan weke xwe bimînin. Wê herî dawî li gor berjewendiyên dijminên Kurdan bi encam bibe."

 

(ab/rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin