Smiley face
sorani
Smiley face

Şervanên QSD’ê li Reqa depoyên çekan ên aîdî çeteyên DAIŞ'ê dîtin

2017-11-08 14:58:59
Şervanên QSD’ê miqdarek fûzeyên Rûsî û teqemeniyên ku çeteyên DAIŞ’ê bi destan çêkiribûn li Reqayê dîtin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şervanên QSD’ê hin depoyên çeteyên DAIŞ’ê yên di nava bajarê Reqayê de dîtin. Di depoyan de fûzeyên Rûsî, her wiha çek, cebilxe û miqdarek fûze û teqemeniyên ku çeteyên DAIŞ’ê bi destan çêkiribûn, hene.

 

Teqemenî û fûzeyên ku şervanên QSD’ê di depoyên çeteyan de dîtin ev in:

 

800 fûzeyên Rûsî, 20 fûzeyên çêkirina herêmî, 17 klêş, 7 tivingên nêçîrê, guleyên wan, guleyên doçka, 4 hezar û 569 guleyên klêşê û 40 şarjor, 3 rext, 5 berno, 4 şûrên ku çeteyan serê welatiyan pê jê dikirin.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin