Smiley face
sorani
Smiley face

'Aşbetaleke din bi serê me de anîn'

2017-10-21 12:18:46
Çalakvanên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku bûyerên wan rojên dawî li Başûrê Kurdistanê pêk tên aşbetaleke din bû bi serê wan de anîn û gotin ku divê dadgeh berpirsê van binketinan ceza bike.


 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

16'ê Cotmehê hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê êrîşî Xurmatû û Kerkûkê kirin û di nava 4 rojan de hemû herêmên bi nakok (yên ji Herêma Kurdistanê hatin veqetandin) ji destê pêşmergeyan standin û pêşmerge paşde vekişiyan. Her wiha bi hezaran Kurd jî koçber bûn. Çalakvanên Başûrê Kurdistanê li ser vê rewşê ji ajansa me re axivîn.

 

Çalakvan Karwan Kakil li ser mijarê wiha got, "Pirsgirêk ew e ku desthilata Kurd qebûl nake ku şikestiye. Gelek asayî bû ji pêşmerge û Kurdan re bigota me li gel hikûmeta Iraqê li hev kiriye û em vekişiyan."

 

 

Kakîl axaftina xwe wiha domand; "Xelkê Kurdistan û civaka navneteweyî gotin ku Kurd nikarin encama referandûmê biparêzin. Lê wan israr kirin û gotin ku em dikarin hemû tiştî bikin. Xelkê jî wisa zanî ku wan hemû tişt kiriye."

 

Çalakvan Karwan Kakil diyar kir ku tişta bû karesat e û wiha axivî; "Di aşbetala sala 1974'an de wiha bi serê Kurdan nehat. Bê şer nîvê xaka Kurdistanê radestî leşkerên Iraqê kirin. Kurd li hemû Kurdistanê ji ber vê karesatê dilteng bû. Berpirsiyariya vê şikestinê dikeve stûyê Encumena Bilind a Referandûmê û Barzanî. Referandûm hilweşiyaye. Ji ber ku nîvê vê xaka referandûm li ser kir ji dest da."

 

Çalakvan Nizar Mihemed jî li ser heman mijarê wiha anî ziman; "Hikûmraniya Herêma Kurdistanê hikûmraniyek eşîrtî ye. Ji ber vê yekê timî bi bin dikeve û li hemberî dagirkeran biçûk dibe. Lê qet di talankirin û diziyê de bi bin nakeve. Ev desthilatdariya eşîrtî her tim fêr bûye Kurdan tûşî aşbetaliyê bike."

 

 

Nizar Mihemed diyar kir ku di nava sê saetan de sê qatî welatê Libnanê xaka Herêma Kurdistanê ji dest dan û wiha got; "Niha jî hevdu sûcdar dikin. Pêwîst bû niha dadgeheke gel hebûya, ev kesên ev xak firotn dadgeh kiribana. Ez ê li ser referandûmê heman gotina Ebadî bi kar bînim. Referandûm bû tiştekî derbasbûyî. Ti bingehên referandûmê nîne. Wan bi xwe jî diyar dikirin ku ev referandûm ne ji bo diyarkirina sînoran e. Diyar bû ku referandûm ji bo radestkirina xaka Kurdistanê bû. Ji bo girtina vê xakê hezar û 600 şehîd dan. Lê di nava çend saetan de radestî dagirkeran kirin."

 

Çalakvan Nizar Mihemed herî dawî got; "Ev şikestin ji bo vê yekê bû ku ew bi xwe li ser desthilatdariyê bimînin. Lê divê gel fatûreya wê bide. Divê fatûreya wê Kurd bidin. Dîrokeke din a reş ji bo xwe nivîsandin. Fatûreya wê koçber didin. Şirînahiya wê jî Îran, Heşdî Şebî û Hilala Şîe dixwe. Divê em xwe ji van rizgar bikin. Divê parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo dûrxistina wan a ji desthilatdariyê biryarê bide. Divê Hikûmeta Rizgariya Niştîman pêk were. Karekî wê dadgehkirina kesên biryara vekişandinê dane û bûne sedema şikestînê."

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin