Smiley face
sorani
Smiley face

Zanayekî olî yê Sîûdî: Jin zilaman teşwîqî tecawizê dikin

2017-10-21 11:32:29
Zanayekî olî yê Erebîstana Siûdî şîroveyeke sosret kir û got: “Sedema pêkhatina bûyerên tecawizê jin in. Yê zilam teşwîqî destdirêjî, tacîz û xapandinê dike jin in.”


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Zanayê olî yê Erebîstana Siûdî Ehemd Bîn Saad el Karnî, destdirêjî û êrîşên zilaman ên li jinan parast û şîroveyeke sosret kir û got: “Jin dibin sedem ku zilam tecawizî wan bike, tacîz bike û werin xapandin. Jinên ku xwe makyaj dikin û parfûmê li xwe dikin zilam teşwîqî vê yekê dikin.”

 

Saad El Karnî ku jinan di ber bûyerên tecawizê de berpirsyar digire got; “Son dixwim ku sedema tacîz û tecawizê jin in. Jinên ku xwe makyaj dikin û parfûmê li xwe dikin ne sadiq in.”

 

Jinên Siûdî li hember van axaftinên sosret û dijminan e yên li hember jinê nerazîbûn  nîşan dan û li ser medya civakî jî parvekirinên weke; “Divê el Karnî bizane ku yên her roj rastî destavêtina cinsî tên jinên bi eba, sergirtî û çarşef in.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin