Smiley face
sorani
Smiley face

Dîlek Ocalan: Divê bi lezgînî bi Ocalan re hevdîtin pêk bê

2017-10-20 14:20:22
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, bi armanca balê bikşîne ser ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Dîlek Ocalan, xwest bi lezgîn malbat, parêzer û heyet bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Dîlek Ocalan, têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li meclîsê civîna çapemeninyê pêk anî. Di civînê de parlamenterên HDP'ê Sibel Yigitalp Ertugrul Kurkçu jî amade bûn.

 

Dîlek Ocalan, bal kişand ser şert û mercên Ocalan ên tecrîdê û wiha got: "Em ji tenduristî, ewlehiya Ocalan bi tu awayî agahiyê nastînin. Ev bêtir me dixe nava fikaran. Birêz Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji 6'ê Cotmeha 2014'an û şûnde malbat nekarîbûn biçin Îmraliyê û hevdîtin bikin. Piştî 50 nûnerên saziyên kurdan ketin greva birçîbûnê di 11'ê Îlona 2016’an de carekê hevdîtin hat kirin. 3 salin Malbat bi Ocalan re tenê 2 caran hevdîtin kiriye. Malbat bi tu awayî nikarin bi riya name, faks, telefonê û hemû amûrên ragihandin û agahiyan bi Ocalan re diyalogê pêk bînin. 14 mehin bê navber malbat bi tu awayî agahiyê ji Birêz Ocalan nagirin. Birêz Ocalan ji sala 1999'an heta niha bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Ji wê demê heta niha qet destûr nehatiye dayîn ku bi telefonê bi malbatê re bi axive." 

 

'Ocalan mifteya demokratîkbûnê ye'

 

Dîlek Ocalan, destnişan kir ku piştî di salên 2013-2015'an de pêvajoya çareseriya demokratîk pêş ket, hêviya jiyana hevpar a gelan ji nûve geş bû û wiha got: "Me hemûyan bi hevre dît ku piştî diyalog pêş ketin hêviyên jiyana hevpar pêş ket. Lê Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan, ji bo îktîdara xwe, polîtîkaya şer a li Sûriye kişand nava Tirkiye. Li şûna pirsgirêka kurd a esasî bi riya diyalogê çareser bike, pêvajoya çareseriyê xera kir û dest bi plana hilweşandinê kir. Li şûna demokratikbûnê şer kûr kir. Kaos bêtir zêde kir. Îktîdara Erdogan- AKP'ê li şûna çareseriya aştiyê li Rojhilata Navîn pêş bixe, şer kûr kir û belav kir. Lê di pêvajoya çareseriyê de Birêz Ocalan gotibû 'Ger ku em li Tirkiye aştiyê pêş bixin, li herêmê îtîfaqa demokratîk pêş bixin, em dê karibin hemû pirsgirêka li Rojhilata Navîn bi riya demorasiyê çareser bikin. Em ê bi aştiya navxweyî ya Tirkiye karibin Rojhilata Navîn bêtir demokratîk bikin."

 

'Îdîa fikaran zêde dikin'

 

Dîlek Ocalan, bal kişand ser îdiayên di medya civakî de belav bûn û wiha got: "Di rojên dawî de der barê Birêz Ocalan de hin angaştên der barê ewlehî û tenduristiya Ocalan ketin rojevê. Ev bêtir me dixin nava fikaran. Di serî  de li Tirkiye û hemû cîhanê hem kurdan û hem jî hemû hêzên demokratîk dixin nava fikaran. Ev mijar hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo hemû hêzên demokratîk mijarek pir hasas e. Her çend Serdozgerê Komarê yê Bursayê got 'Ev nûçe bê bingeh in' û ser wê girt jî ev yek nayê qebûlkirin. Hêj ew kesê ku ev îdîa avêt holê me ew nedîtiye. Ev kesana kîne? Di serdemên berê de jî der barê Îmraliyê de îdîayên wisa xistin rojevê. Lê Serdozgerê Komarê tu daxuyanî nedan. Em ji kesên dibêjin 'Ev parvekirinên li ser medya civakî provokatif in' dipirsin û dibêjin, Li Îmraliyê tecrîda giran didome. Em tu agahiyê ji Birêz Ocalan nastînin. Ma statuya girtîgeha Îmralî her dem ji provokasyonan re ne vekiriye? Ger ku bi Brêz Ocalan re hevdîtin hatibana kirin, gelo ev nûçeyên bi vî rengî dê belav bûbûna?"

 

'Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye'

 

Dilek Ocalan anî ziman ku Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û wiha lê zêde kir: "Tecrîd û pêkanînên li ser Birêz Ocalan tên kirin em nikarin wekî bêhiqûqiya li ser kesekî binav bikin. Birêz Ocalan vîna demokratîkbûn û aştiya civakî ya Tirkiye ye. Hêza sereke ya siyaseta demokratîk û çareseriya demokratîk e. Ev pêvajoyê dema ku guh bidin Ocalan da ku karibe Tirkiyeya demokratik bike û çareseriya pirsgirêka kurd a aştiyane pêş bixe ye. Ji ber ku dermanê li dijî darbeyê aştî û demokrasî ye."

 

'Divê bi lezgîn parêzer û malbat biçin hevdîtinê bikin'

 

Ocalan herî dawî bang li nûnerên CPT, DMME û Komîseriya Yekîtiya Neteweyî kir û got: "Tecrid sûcê mirovahiyê ye. Bêdengiya li hemberî tecrîdê şirîkatiya sûc e. Em dibêjin bi bêdengiyê nebin şirîkê sûcê mirovahiyê. Em bang li hikûmetê jî dikin û dibêjin em dixwazin der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de agahiyê ji wî bi xwe bigirin. Ji ber vê yekê em dixwazin bi lezgîn guh bide daxqazên cemaweriyê. Divê îktîdar û saziyên dewletê, tecrîda mutlak ku tê wateya şer, bi lezgîn ji holê rakin û rê li pêş hevdîtina bi Birêz Ocalan re vekin. Divê bi lezgîn deriyê Îmraliyê ji malbat, parêzeran û heyetê re vekin. Divê bi lezgîn heyetek siyasî biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin."

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin