Smiley face
sorani
Smiley face

Kurdistaniyên li Ewropayê bênavber di nav çalakiyan de ne

2017-10-20 08:13:00
Li hemberî spekulasyonên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin kirin, duh jî li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li hemberî spekulasyonên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin kirin, duh jî li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

 

Li Awûstûryayê posterê Ocalan li keleha dîrokî hate daliqandin

 

Li bajarê Graz ê Awûstûyayê, Kurdistaniyan berê xwe dan keleha ku di dorpêçiya Viyanayê ya sala 1689'an de bi mehan li ber xwe da û posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê daliqandin. Li Schlossberg Platzê, ku qada kelehê ye, saet di navbera 11:00 û 17:00 de mîtîng hate lidarxistin û kon hate vedan. Çalakgeran bal kişandin ser rewşa ewlekarî û tenduristiya Ocalan.

 

Di çalakiyê de li ser mijarê agahî ji mirovên li derdorê re hatin dayin û bi qîrîna dirûşman daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

 

Parîs

 

Li pênc herêmên paytexta Fransa Parîsê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

 

Li herêma Drancy, bi sedan Kurdistanî li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re", wêneyên Ocalan vekirin û dirûşma "Azadî ji Ocalan re" dest bi meşê kirin. Çalakgeran li ser tecrîdê gelek belavok belav kirin. Hevserokê NCDK a Drancy Alî Alci piştî meşê li navenda Bobîgnyê axivî û got, "Pêwîste hemû Kurdên li Ewropayê rabin ser piyan û heta agahiyê ji Rêberê xwe bigire, li qada çalakiyan bin."

 

Bi banga NCDK a herêma Vîllîers Le Bel jî bi sedan Kurdistanî li ber gara trenê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşma "Azadî ji Ocalan re" heta avahiya NCDK'ê meşiyan. Hevserokê NCDK a vê herêmê Şiyar Semsûr li çalakiyê axivî û got, "Heta agahî ji Rêber Apo bê girtin, çalakiyên me wê bê navber dewm bikin."

 

Li herêma Normandîayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Mantes la Jolîe, Kurdistanî li ber garê li hev civiyan. Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Lîberte Ocalan" û qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" heta ber dêra Notre Dame meşiyan û bi sedan belavok belav kirin.

 

Kurdistaniyên li Vîlleûneûve-Saînt Gorgesê jî li ber avahiya şaredariyê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" vekirin û belavok li ser tecrîdê belav kirin.

 

Li banliyoya Evry a Parîsê jî Kurdistanî li ber gara trenê ya Grgniyê li hev civiyan û heta ber avahiya şaredariyê meşiyan. Hevseoka Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evry Lamîa Sever li vir peyivî û bang li Kurdistaniyan kir, ku heta agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê girtin, bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.

 

Creîl

 

Li bajarê Creîl ê li nêzî paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya jin û ciwanan meşek hate organîzekirin.

 

Meşê ji ber gara Creîlê dest pê kir û di dema çalakiyê de bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî daxuyanî ji çapemeniyê re hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hevdîtin bi Ocalan re nayê kirin, tecrîdeke giran li ser tê ferzkirin û hat bibîrxistin, ku têkiliya wî bi malbatê, heyeta Îmraliyê û parêzeran re hatiye birîn.

 

Jin û ciwanan diyar kirin, ku spekulasyonên li ser tenduristiya Ocalan, di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de bi destê dewleta Tirk hatine kirin.

 

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Azadî ji Ocalan re" qediya.

 

Basel

 

Ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li bajarê Basel ê Swîsreyê bi rengekî bênavber çalakî dewam dikin.

 

Ciwanên li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, xwestin ku agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê girtin. Komên bi zimanê Elmanî dirûşm qîriya, posterên Ocalan vekir û der barê tecrîdê de agahî da.

 

 

 

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin