Smiley face
sorani
Smiley face

Jinên girtî wê ji bo Ocalan bikevin greva birçîbûnê

2017-10-19 15:28:40
Jinên girtî yên li girtîgeha Tîpa M a Bayburtê dimînin, ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin xwarina ku ji wan re hat dayîn red kirin û çalakiya dengderxistinê li dar xistin.  Her wiha jinan diyar kirin ku ew ji bo tecrîdê şermezar bikin wê bikevin greva birçîbûnê.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Jinên girtî yên li girtîgeha Tîpa M a Bayburtê dimînin ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan 3 roj in çalakiya protestoyî li dar dixin. Jinên girtî yên ku lêdana li deriyên girtîgehê û pacên wê çalakiya dengderxistinê li dar xistin xwarina ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ji wan re hat dayîn jî ev 3 roj in ku red dikin.

 

Girtiyên jin bi rêya malbatên xwe ragihandin ku ew ê bikevin çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a bêdem û wê çalakiya xwe heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe bidomîn.  Çalakiya ku wê bi 10 jinan bê destpêkirin wê bi dorveger berdewam bike.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin