Smiley face
sorani
Smiley face

YPJ wê rizgarkirina Reqayê li Qada El Neîm ragihîne

2017-10-18 15:43:08
YPJ wê sibê li Qada El Neîm a ku wek meydana mirinê ya DAIŞ’ê dihat nasîn serkeftina xwe ragîhîne. Wê roja înê jî bi daxuyanekê bajarê Reqa dewrî Meclîsa Sivîl a Reqayê bê kirin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li bajarê Reqayê ku ji aliyê QSD’ê ve ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin ji teqemeniyên DAIŞ’ê û kavilên şer tê paqijkirin.

 

Pîrozbahiyên serkeftinê

 

Duh piştî rizgarkirina Reqayê li bajêr şervanên QSD’ê turên serkeftinê pêk anîn û îro jî şervan herikîn Meydana El Neîm. Şervanan li Meydanê paqijî kir û alên YPG, YPJ û QSD’ê daliqandin. Ji fermandarên operasyon didan meşandin Rojda Felat û Clara Reqa jî hatin Meydanê. Li bajêr pîrozbahiya serkeftinê serdest e û şervan li hin deveran bi konvoyan pîrozbahiyê didomînin. Şervanan li Reqayê agirê serkeftinê pêxist û ji duh êvarê ve di nav coşa pîrozbahiyan de ne. Fermandar li nokteyên şervanan digerin û azadkirina Reqayê bi hev re pîroz dikin.

 

YPJ wê rizgarkirinê ragihîne

 

Meydana El Neîm a ku DAIŞ’ê wek “Meydana Mirinê” bi nav dikir. DAIŞ’ê dema bajêr dagir kiribû ji Mûsilê gelek tank û maşîneyên zirxî ku anîbûn û bi van maşîneyan li meydanê pêşandan dikirin.  Ev Meydan wek meydana cihê tarîtiyê, zilmê, komkujî  û înfazên bi komî bi kar anî. Niha jî ew şopên qirêj ên rojên tarî tên paqijkirin. Meydan bi rengan hat xemilandin û dê sibê li vê Meydanê bi pêşengiya YPJ’ê rizgarkirina Reqayê ji cîhanê re ragihîne.

 

Roja înê jî wê daxuyaniyek giştî bê dayîn û pişt re bajêr dewrî Meclîsa Sivîl a Reqayê bê kirin.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin