Smiley face
sorani
Smiley face

Tevgera Azadî: Em van êrîşan weke êrîşên dagirkeriyê dibînin

2017-10-18 15:12:39
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê diyar kir ku ew êrîşên li ser Kerkûk û Xurmatû û deverên din weke êrîşên dagirkeriyê dibînin


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê der barê êrîşên li ser Kerkûk, Xurmatû û cihên din ên Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê de wiha tê gotin; "Ev van êrîşan weke êrîşên dagirkeriyê dibînin. Pêwîst e pêşî li hişmendiya neteweperestî û taîfî were girtin. Em vî şerê dagirkeriyê şermezar dikin. Di heman demê de, hêzên desthilatdarên Herêma Kurdistanê jî şermezar dikin. Bi civînên veşartî û bi planên dagirkeran her roj beşek ji Kurdistanê firotin. Gava herî şaş a siyaseta desthilatdariya Başûrê Kurdistanê pêkanîna referandûma Herêma Kurdistanê bû."

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê destnîşankirin; "Me zû ev rewş li ber çavan girt. Ji ber vê yekê me referandûm boykot kir. Me got, ‘na’ ji bo referandûmê. Niha jî fatûreya şaşiyan gelê me dide. Çend pêşmerge, gerîla û kesên xwebexş şehîd û birîndar bûn. Piranî jî koçber bûn. Malên wan tên talankirin û tên şewitandin. Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin û hêviya şifayê ji birîndaran re dixwazin."

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin