Smiley face
sorani
Smiley face

Serokkomarê Iraqê jikardûrxistina Necmedîn Kerîm erê kir

2017-10-18 14:51:33
Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm jikardûrxistina Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm erê kir.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Piştî ku Dadgeha Bilind Iraqê dûrxistina Necmedîn Kerîm a ji kar erê kir, Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm jikardûrxistina Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm erê kir.

 

Ji aliyê din ve Berpirsê Malbenda Kerkûkê ya YNK' ê Aso Mamend ragihand ku walîtiya Kerkûkê ya wan e û dema civîna Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê pêk hat wê navekî ji bo waliyê Kerkûkê pêşkêş bikin.

 

Di 16'ê Cotmehê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Rakan Seîd Elî Cibûrî weke waliyê  nû yê Kerkûkê erkdar kiribû.

 

 

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin