Smiley face
sorani
Smiley face

Koçberên Kerkûk û Xurmatû li ber Polîtburoya YNK'ê çalakî pêk anîn

2017-10-18 13:44:47
Gelek koçberên ji Kerkûkê û Xurmatû li Silêmaniyê li ber avahiya Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) xwepêşandan li dar xistin û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku bi hawara wan ve biçin.


 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

Li Silêmaniyê îro saet 11:30'an gelek koçberên ji Xurmatû û Kerkûkê ji ber dagirkirina Heşdî Şebî û artêşa Iraqê reviyabûn, li ber avahiya Polîtbuya YNK'ê xwepêşandanek li dar xistin.

 

Yek ji xwepêşandêrê bi navê Îsmaîl Mihemed ji ajansa me re got; "Em koçber bûn. Em hemû li deşta rût mane. Ti kes bi hawara me ve nayê. Ji derveyî vê çend kes dîl hatine girtin, ti kes wan ji napirsin."

 

 

Îsmaîl Mihemed axaftina xwe wiha domand; "Em nehatine li ber Polîtburoya YNK'ê bêjin çima we em firotin. Em hatine da ku kanalên ragihandinê bên û bi rêya kanalan daxwazê ji civaka navneteweyî û NY'ê bikin ku bi hawara me ve bên."

 

Ji aliyê din ve beşek ji xwepêşandêran daxwaz dikin ku cenazeyên şehîdan ku hîn di destê Heşdî Şebî de ne bên rizgarkirin.

 

Her wiha di xwepêşandanê de dirûşmên,  'Birûxê, birûxê' û 'Em firotin, em firotin' tên berzkirin. Piştî van dirûşman hêzên ewlehiyê nehiştin xwepêşandêr çalakiya xwe berdewam bikin.

 

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin