Smiley face
sorani
Smiley face

Ji bo Ocalan li Şengalê kon hat vedan

2017-10-18 13:14:15
Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û balkişandina ser rewşa tenduristî û ewlekariya wî ku li her devera Kurd lê dijîn çalakî tên lidarxistin, li Şengalê jî di pêşengiya TAJÊ de li çiyayê Serdeşt û navenda Şengalê kon hatin vedan.


 

 

 

HEWLÊR ŞAHÎN/ŞENGAL/ROJNEWS

 

 

Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û balkişandina ser rewşa tenduristî û ewlekariya wî ku li her devera Kurd lê dijîn çalakî tên lidarxistin, li Şengalê jî di pêşengiya TAJÊ de li çiyayê Serdeşt û navenda Şengalê kon hatin vedan.

 

‘Rêbertî ji bo gelan azadî, aştî û aramiyê pêş dixe’

 

 

Der barê mijarê de ji Komîteya Amadekar endama Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Zehra Silêman ji ajansa me re axivî bal kişand ser tecrîda li hember Ocalan û got: “Me bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo azadiya Rêbertî li çiyayê Serdeştê û navenda Şengalê kon veda ye. Ev kon wê 5 rojan li erdê be. Wê hemû saziyên me serdana kon bikin wê axaftin werin kirin.”

 

Zehra Silêman di dewama axaftina xwe de got ku armanca wan a vedana kon ew e ku dixwazin bi Ocalan re hevdîtin bên kirin û wiha dewam kir: “Ji ber niha nahêlin hevdîtin bi Rêbertî re were çêkirin. Ji bo wê ewqas alozî tên jiyîn, ji ber ku Rêbertî ji bo gelan azadî û aştî û aramiyê pêş dixe. Ev nêzîkatiya li hember Rêber Apo nêzîkatiyeke derveyî mirovatiyê ye. Erka sereke ya civaka me ya Êzîdî ew e ku ji bo azadiya Rêbertî têkoşînê pêş bixe. Em bi fikir û felsefeya Rêbertî ji fermanê rizgar bûn. Rêbertî çawa ewqas ked di ber me de da, pêwîst e em jî, ji bo azadiya wî kedeke mezin bidin.”

 

‘Azadiya Rêbertiya me pêşîgirtina li fermanê ye’

 

Endama Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Zehra Silêman anî ziman ku eger ne jî Ocalan bûya niha kes ji wan nemabû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez bang li hemû gelê me yê Êzîdî dikim ku ji bo azadiya Rêbertî rabe ser piyan. Ji ber azadiya Rêbertî azadiya me hemûyan e û pêşîgirtina li  fermanê ye.”

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin