Smiley face
sorani
Smiley face

Di komkujiya Dêra Zorê de nûçegihan Dilîşan Îbîş şehîd bû - HAT NÛKIRIN

2017-10-13 15:24:49
Di komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Dêra Zorê de nûçegihana ajansa ANHA’yê Dilîşan Îbîş a ku Pêngava Bagera Cizîrê dişopand şehîd bû û nûçegihan Rizgar Deniz û Hogir Mihemed jî birîndar bûn.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Duh êvarî saet di 18.30’an çeteyên DAIŞ’ê wesayîteke bombebarkirî li nav sivîlên ku ji Dêra Zorê ji ber zilma çeteyan direvîn ku xwe bigihînin cihê ewle yên di bin kontrola QSD’ê de teqandin.

 

Di teqînê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa nûçegihana ANHA’yê  Dilîşan Îbîş şehîd bû. Her wiha nûçegihan Rizgar Deniz û Hogir Mihemmed di nav de 43 sivîl birîndar bûn.

 

Rizgar Denîz û Hogir Mihemed li nexweşxaneyan têne dermankirin. Rewşa Rizgar Deniz baş e Hogir Mihemed giran e, di bin kontrolê de ye.

 

Her wiha ajansa ANHA peyamek da û wiha got: “Di serî de ji malbata nûçegihana xwe Dilîşan Îbiş û hemû malbatên qurbaniyên teqînê re sersaxî dixwazin û şîfaya lezgîn ji nûçegihan Rizgar Denîz û Hogir Mihemed û hemû birîndaran re dixwazin. Em soz didin ku em ê xeta wan bişopînin.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin