Smiley face
sorani
Smiley face

'Helwesta Rojavayê Kurdistanê pêşî li yekîtiya neteweyî vedike'

2017-10-13 14:53:46
Çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê gotin; “Divê rayedarên Başûrê Kurdistanê girîngiyê bidin helwesta Rojavayê Kurdistanê ya vekirina hemû deriyên xwe û hevkariya ji bo Başûr û ev wê bibe wesîleya yekîtiya neteweyî û beralîkirina nakokiyên navxweyî.”


 

 

HAWRÊ KIRÊKAR / GERMIYAN

 

 

Başûrê Kurdistanê piştî referandûmê rastî gefên cur bi cur yên dewletên dagirkerên Kurdistanê hat. Lê, Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ew di her şertekî de amade ne li hember êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bisekinin û hevkariyê bi gelê Başûrê Kurdistanê re bikin.

 

Çavdêrê Siyasî Ebdulrehman Bamernê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Piştî ku referandûm li Herêma Kurdistanê çêbû şûnde Iraqê, zextên xwe yên li ser Başûr zêde kir. Her wiha Tirkiye û Îran jî bi girtina sînoran gef li herêmê dixwin. Eger Tirkiye û Îran zextê li herêmê bikin, dibe ku yek du meh ti bandoreke ne baş li ser wan neke, lê, eger mehekê jî deriyên sînor li ser Başûr werin girtin, wê zehmetiyên cidî bi xwe re bîne û dê ev ji bo Başûr zehmet be.”

 

'Pêwîstiya me hemûyan bi hevdu heye'

 

 

Heman çavdêrê siyasî îşaret bi helwesta Rojavayê Kurdistanê ku ragihandin deriyê wan ji Başûr re vekiriye jî kir û got: “Helwesta rayedarên Rojavayê Kurdistanê ku ragihandin deriyê wan ji Başûr re vekiriye, ji bo rewşa niha ya Başûr zehf girîng e. Divê rayedarên Başûr bi girîngî li ser vê mijarê rawestin. Ji ber niha çavê dijminên gelê Kurd li ser Başûr e. Pêwîstiya me hemûyan bi hevdu heye. Divê em nakokiyên navxweyî bidin aliyekî û yek parçeyiya Kurd esas bigirin.”

 

'Divê helwesta Rojava ji bo Başûr bibe wesîleya rakirina nakokiyan'

 

 

Çavdêrî siyasî yê bi navê Burhan Rauf jî axivî û got: “Dema ku DAIŞ êrîşî Rojava kir pêşmerge hevkarî kir û niha gef li Başûr tê xwarin, Rojava deriyên xwe jê re vekiriye. Ev di encama helwesta dewletên dijminê Kurdan de pêk hatiye. Ev jî dide nîşandan ku dewletên dagirker nikarin astengî li pêşiya yekîtiya neteweyî ya Kurd bidin çêkirin.”

 

Burhan diyar kir ku helwesta Rojavayê Kurdistanê rê ji yekîtiya neteweyî re vedike û got; “Niha dewletên dagirker û dijminên Kurdan tevî hemû nakokiyên di navbera xwe de jî ji bo xeyalên Kurdan têk bibin, hevdu girtine. Lewma ev helwesta Rojava ya vekirina hemû deriyan ji bo Başûr divê bibe wesîleya ku nakokiyên navxweyî yên navbera Kurdan ji holê rabe.”

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin