Smiley face
sorani
Smiley face

Westa Resûl: Niyeta Hêzên Heşdî Şebî xerab e

2017-10-13 14:27:28
Fermandarê Leşkerî yê Mîhwera Kerkûkê behsa guhertinên dawiyê yên sînoran dike û fermandarê Hêzên 4 ya Başûrê Kerkûkê yê pêşmergeyan ragihand: “Heşdî Şebî hewl dide Kerkûkê dagir bike. Fermandarekî  Heşdî Şebî dibêje, “Hêzên Ehlî Heq niyet kirine ku êrîş bikin.”


 

 

SORAN MIHEMED / KERKUK

 

 

Fermandarên pêşmergeyan ên li Başûrê Kerkûkê diyar kirin ku şeva bihurî Hêzên Heşdî Şebî li devera gundê Beşîr û Cihîdye, planek danîbûn ku êrîş ser çeperên pêşmergeyan bikin û ji gelek aliyan ve gef li wan xwarine û zext li ser hêzên pêşmerge zêde kirine.

 

 

‘Eger lihevkirinek çênebe wê şerekî bi xwîn rû bide’

 

 

Fermandarekî Hêzên Heşdî Şebî yê bi eslê xwe Kurd e û li devera gundê Cihîdiye dimîne di vê der barê de ji ajansa me re axivî û got: “Tevgera ku li herêmê heye ji aliyê Esayîbî Ehlê Heq ve heye. Her wisa çekên giran û gelek amûrên eskerî li derdora gundê Cihîdiye ya ser bi navçeya Daqûqê bi cih kirine. Niyeteke wan a xerab heye. Eger lihevkirinek ango hemahengiyek di navbera van hêzên de çênebe, wê şerekî bi xwîn rû bide.”

 

Ev fermandarê Heşdî Şebî her wiha got: “Esayib û hinek komên nû yên Heşdî Şebî, zehf tundrew in û guh nadin fermanên berpirsên hêzên çekdarî, yê Heyder Ebadî û ji aliyê hinek kesên Îranî ve tên birêvebirin. Baregeh û çeperên Esayibên Ehlî Heq nêzî cihê me ne.”

 

‘Daxwaza vekişîna hêzên pêşmerge dikin’

 

 

Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê Mîhwera 4 ya Başûrê Kerkûkê Westa Resûl jî ku ji ajansa me re axivî, got: “Eger Heşdî Şebî derfet bibîne wê Kerkûkê dagir bike. Lê em di sengeran de û em ê rê nadin planeke bi vî awayî. Em niha li çeperên pêşmergeyan de ne. Niha hemû çeper aram in. Hêzên Heşdî Şebî û Hêzên Iraqî daxwaza vekişîna hêzên pêşmerge dikin ku ji van çeperan derkevin.”

 

Westa Resûl bi berdewamî behsa hewldanên hêzên Heşdî Şebî kir û got: “Em nizanin çi di dilê hêzên Heşdî Şebî de heye. Lê, em ji vê bawer in ku li hember pêşmergeyan niyeteke wan a baş nîne.”

 

 

Berdevkê Hêzên Heşdî Şebî li devera Başûrê Kerkûkê Ebû Eyûb Necar jî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku piştî ku hêzên wan navçeya Hewîceyê kontrol kirin şûnde niha mijûlê xwe bihêzkirin û saxlem kirinêne û wiha pêde çû: “Ti tevgereke me ya ne asayî çênebûye. Lê eger ferman ji me re were emê li gorî ew cihên ku ji me re diyarkirine tevbigerin.”

 

Fermandarê Hêzên Heşdî Şebî diyar kir rewşa ku niha li Kerkûkê rû dide di encama referandûmeke ne qanûnî de pêk hatiye.

 

  

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin