Smiley face
sorani
Smiley face

Hêzên Pêşmerge li Başûrê Kerkûkê 1 km paşve kişiyan

2017-10-13 13:09:35
Ji çar herêman ve nêzî 18 kîlometreyan, hêzên pêşmerge 1 kîlometre paşve kişiyan. Fermadarekî pêşmergeyan jî ragihand ku vekişîna pêşmerge planeke serbaziye.


 

 

SORAN MIHEMED / KERKUK


 

Şeva derbasbûyî li Mîhwera Başûrê Kerkûkê Hêzên Pêşmerge ragihandin ku hêzên Heşdî Şebî ji gelek aliyan ve ketine tevgerê û dest bi gefxwarinê kirine.

 

Fermadarekî hêzên pêşmerge ku nexwast em navê wî eşkere bikin got: “Hêzên pêşmerge li çar herêman di dirêjahiya 18 kîlometreyan de 1 kîlometre paşve kişiyane.”

 

Heman fermandarê pêşmerge diyar kir ku berê niha hêzên pêşmerge nêzîkî çemê herêmê bûye, piştî ku ji dest çeteyên DAIŞ’ê girt şûnde hinek din pêş ve çûne. Lê, niha nêzî 1 kîlometre pavşe kişane. Hatine ev aliyê avê û cihê xwe yê berê.”

 

Têkildarî sedema vekişîna pêşmergeyan jî got: “Vekişîna pêşmergeyan planeke leşkeriye. Ji bo şer rû nede me tişteke vî awî kir.”



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin