Smiley face
sorani
Smiley face

‘Parlamento wê hilbijartinan taloq bike’

2017-10-12 20:57:05
Li gor serçaveyek taybet ragihandî, di civîna duh a navbera PDK, YNK û Yekgirtûya Îslamî de biryar hatiye dayîn ku hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û parlamentoyê ji bo 18 mehan bên taloqkirin.


 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR


Li gor serçaveyek taybet ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa me re axivî, got ku biryare salek û 6 mehan hilbijartin bên taloqkirin û got ku ev jî li ser daxwaza YNK û Yekgirtûya Îslamî ye.

 

Heman serçave wiha jî ragihand; “PDK’ê ji YNK’ê xwestiye ku tevahî parlamenterên wan tevlî rûniştina roja Şemiyê (14’ê Cotmehê) bibin û li ser taloqkirina hilbijartinan deng bidin, ji bo hilbijartin bên taloqkirin.”

 

Wiha jî hate gotin; “Di civîna Desteya Siyasî ya Herêma Kurdistanê de pêşniyar hate kirin ku her heman rojê xalek a çapemeniyê jî paşxistina hilbijartinan be. Belê Mesûd Barzanî qebûl nekir û got divê ev mijare li parlamentoyê bê paşxistin.”

 

Di dawiyê de jî heman serçave wiha jî ragihand; “Yek ji karên rûniştina roja Şemî ya parlamentoyê jî taloqkirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê ye.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin