Smiley face
sorani
Smiley face

‘Daxwaz dikim di çarçoveya destûra Iraqê de guftûgo bê merc destpê bike’

2017-10-12 20:41:31
Bafil Talebanî diyar kir ku ew daxwaza destpêkirina guftûgoya bê merc di çarçoveya destûra Iraqê de dike.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Êvara îro kurê Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Bafil Talebanî di peyamekî xwe ya ku ji malperên girêdayî YNK’ê dayî de, got; “Gelê me dibin dorpêçek mezin a navnetewî de ye. Ev jî bi ti şêweyekî rêbaza Mam Celal nîne.”

 

Bafil Talebanî di peyama xwe çend daxwazek ji hikûmeta Iraqê kirin û wiha got; “Daxwaz dikim guftûgoya bê merc di çarçoveya destûra Iraqê ya dibin çavdêriya Cenabê Serok Mam Celal nivîsandî de destpê bikin. Ji ber ku tenê bi vê rêyê em dikarin hemû mafên gelê xwe biparêzin û parastina mafên rewa yên gelê xwe bikin. Bi alîkarî û desteka civaka navnetewî.”

 

Bafil Talebanî wiha jî got; “Niha Herêma Kurdistanê bi qeyranên darayî yên mezin re rû bi rû bûye û li ber şerekê ye. Cengek ku ti demê ne daxwaza me ye. Weke îro dibînin pêşmerge û hêzên Iraqê bi şerekî re rû bi rû ne û li qada cengê de hatine pêşberî hev. Îro jî civaka me piştî çend guhertinan dibin gefên civaka navnetewî bûne. Ev jî bi ti şêweyekî rêbaza Mam Celal nîne.”

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin