Smiley face
sorani
Smiley face

Hevserokê PYD’ê: Di her tengasiyekê de hemû deriyên me ji Başûr re vekirîne

2017-10-09 13:33:42
Hevserokê nû yê PYD’ê Şahoz Hesen diyar kir ku tenê şansê xeta sêyemîn ku ew temsîl dikin heye ku li Sûriyeyê bi ser bikeve û got: “Tenê xeta sêyemîn ku sîstemeke Sûriyeyeke demokratîk federal li pêş dibîne dikare bi ser bikeve.”Hesen ji bo Başûr jî diyar kir ku ew her demê amade ne ku piştgiriya Başûrê Kurdistanê bikin û anî ziman: “Di her tengasiyekê de hemû deriyên Rojava ji Başûrê Kurdistanê vekirîne. Divê gelê Kurd li dijî dijminên hevpar, berxwedaneke mezin a hevpar raber bikin û ev êrîşên dijmin bi yekîtiya xwe vala derxin.”


 

 

HOZAN ZUBEYR / SILÊMANÎ

 

 

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen li Nûnertiya Rojava ya Silêmaniyê ku ji bo beşdarî merasîma cenazeyê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî hatibû Başûrê Kurdistanê, pirsên me yên têkildarî têkoşîna PYD’ê ya li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û girîngiya yekîtiya netewî ji bo Kurdan bersivand. Di hevpeyvîna taybet ya li gel Hesen diyar kir ku divê Kurd li dijî dijminên xwe yên hevpar bi yek dengî bisekine û berxwedaneke raber bike. Şahoz Hesen têkildarî gefên li ser Başûrê Kurdistanê jî got: “Me berê jî gotiye û niha jî dibêjin, li hember her êrişekî li ser Başûrê Kurdistanê em li gel gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê ne û hemû deriyên Rojavayê Kurdistanê ji Başûr re vekiriye.”

 

Hûn weke PYD li Sûriyeyê stratejiyeke siyasî ya çawa esas digirin?

 

Ji roja ku partiya me PYD hatiye damezrandin heya niha her timî di bernameya wê siyasî de wê pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê çawa were çareserkirin û demokratîzekirina Sûriyeyê hebûye. Li ser vê esasê partiya me her timî têkoşîn û xebatek daye meşandin. Di demên destpêkê yên partiya me de gelek êş û zehmetî hebûn. Me gelek şehîd dan. Heval Şîlan Baqî tevî çend hevalan li Mûsilê hatin şehîd xistin. Her wisa bi sedan hevalên me di zîndanên Sûriyeyê re derbas bûn. Ev dem jî qonaxeke têkoşînê bû.

 

‘Pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê çareser nebe ti pirsgirêkên din çareser nabe’

 

Eger meseleya Kurd li Sûriye neyê çareserkirin ti meseleyeke din nayê çareserkirin. Tuyê bêjî ez welatek im, sîstemeke demokratîk im lê, tuyê zimanê gelekî qedexe bikî, hebûna wê înkar bikî û dest deynî ser axa wî û wê bê nasname bêhêlî. Ji lewma me weke PYD ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û li Sûriyeyê jî avakirina sîstemeke demokratîk weke stratejiyekî ji xwere diyar kir.

 

Li Sûriyeyê alozî berdewame û çend alî li wir serwer in? Hûn kîjan alî digirin?

 

 

Divê dema şoreşa Rojava de û aloziya li Sûriyeyê tê jiyankirin de me xeta sêyem jixwere hilbijart. Me di warê pratîkî de jî li wir xebateke zehf girîng da meşandin. Ji bo sîstemeke demokratîk ya li ser esasê meclîs û komînan ava bibe em gelek xebitîn. Destpêkê gelek zehmet bû û gelek alî xwe ji me dûr digirtin. Lê, dema hate dîtin ku weke xeteke sêyemîn me gelek serkeftinên cidî bidestxistine, di warê pratîkî de jî hate dîtin ku me li ser esasê dostanî û jiyana bihevre gavên cidî avêtine û sîstemeke xweser ava dibe, êdî ev têgihiştin hate guhertin. Ji lewma partiyên Sûryanî, Ereb û pêkhateyên din jî beşdarî avakirina sîstema xweser ya Rojava bûn. Niha em êdî derbasê qonaxa sîstema federasyona Bakurê Sûriyeyê bûne. Her wisa derbasê dema hilbijartinan bûne. Êdî ev sîstem weke sîstemekî rêveberî û siyasî saz dibe û herkes beşdarî dibe. Ev heya niha serkeftîbû, ji vêya şûn ve jî em di wê baweriyê de ne ku wê bibe bingeha avakirina Sûriyeyeke Federal ya Demokratîk. Lê, divê em zêdetir hewldan bidin.

 

Rejîma Sûriyeyê daxuyaniyek da û got ji bo pirsgrêka Sûriyeyê bi rêya diyalogê were çareserkirin ew amadene li gel Kurdan rûnin. Hûn bawer dikin ku di siyaseta Sûriyeyê de guhertinek pêk hatibe?

 

Baweriya me bi diyalogê heye. Em dixwazin derfet were dayîn ku hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê û li ser masê werin çareserkirin. Bi dîtina me rêya rast ev e. Lê, heya niha jî rejîma Sûriyeyê di warê pratîkî de gavên bi vî awayî zûpzû na avêtiye. Em hêvî dikin ku ew daxûyaniya rejîma Sûriyeyê ji bo diyalogê daye, di gotin de nemîne û bi ragihandinê re jî sînordar nemîne. Her wisa hêvî dikin hemû pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Divê ev ne ji bo dirêjkirin û mijûlkirinê be. Ji ber pratîkên wan yên berê de tiştên wisa çêbûne. Herçiqas tecrûbeyên berê pir hêvî û bawerî nade mirov jî em hêvî dikin ku li xwevegerekî cidî çêbûbe û rejîm di vî alî de gavan biavêje. Ji ber wekî din rêyên çareseriyê tine ne.

 

We got, Sûriye zûpzû ji bo diyalogê gav naavêje. Bi dîtina we ev çavkaniya xwe ji çi digire?

 

Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke serekeye. Eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û çarenûsa gelê Kurd li Sûriyeyê neyê diyarkirin û herkes wêya qebûl neke û îtîraf pê neke, pirsgirêk çareser nabin. Di bingeha pirsgirêkên Sûriyeyê de zêhniyetekî neteweperestî ya teng heye, zêhniyetekî şovenîst û mezhebî heye. Lê, dîsa jî derbaskirina vê zêhniyetê mûmkîne. Divê bê tirs û bê hesabên şaş berê xwe bidin çareseriyê. Ev wê hêviyekî li gel herkesê bide çêkirin û wê derfetên çareseriyê biafirîne. Bi şer û pevçûnan wê heya cihekî biçe, ji wêya şûn ve divê li xwe vegerek hebe.

 

‘Êdî Sûriye nikare vegere dema berê’

 

Divê ji bo derbaskirina pirsgirêkan gûftûgoyeke cidî hebe. Êdî rewşa Sûriye vegera ber bi paş ve qebûl nake. Piştî evqase şer, pevçûn, qehremanî û şehîd, êdî kes ber bi paş ve gavavêtinê qebûl nake û gelê Kurd jî vêya qebûl nake. Her wisa em di wê baweriyêdene ku êdî kes vêya qebûl nake. Divê rejîm jî vê rewşê baş fêm bike ku vegera ber bi paş ve nabe. Divê tiştên nû were fikirandin. Niha projeya me ya Federasyona Demokratîk ya Bakurê Sûriyeyê heye. Ev dikare bibe mînakek ji bo tevahî Sûriyeyê. Eger rejîm amadebe em ji berê ve ji vêya re amadene. Me berê jî gotiye ku em amadene. Em jî dixwazin dûr ji şer û dur ji zêhniyeteke teng ya neteweperestî em dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber zêhniyeta rejîmê bixwe sedema derketina van pirsgirêk û aloziyane. Derfetê çareseriyê yên bi rêya diyalogê pir zêde hene.

 

Bandora hêzên derve ya ser Sûriyeyê di çi astê de ye?

 

 

Ez bawer dikim ku bandora welatên mezin yên weke Rusya û Amerîkayê li ser Sûriyeyê hene û wê hebe jî. Lê, em dibêjin ya girîng ewe ku em bixwe bixwe dikarin lihev rûnin, pirsgirêkê bihevre çareser bikin û amadebin ku hev qebûl bikin. Bandora Rûsyayê roj bi roj zêdetir dibe li Sûriyeyê. Herçend bandora Îranê û hinek dewletên din hebe jî lê, ne biqasî yê Rûsyayê. Di warê eskerî û siyasî de gelek hevpar dixebitin. Em di wê baweriyêde ne ku eger Rusya bixwaze gavên cidî bê avêtin, xwe berpirsyar bibîne dikare di vî alî de roleke diyar bilîze. Lê, eger bi hesabên şaş bi hesabên xelet nêz bibin wê gavên cidî ne avêje.

 

‘Divê sivik nêzî pirsgirêka Kurd nebin’

 

Ji ber pirsgirêka Kurd ya li Sûriyeyê û aloziya heyî tiştek wer hêsan nîne. Divê mirov sivik nêzî wêya nebe. Ev pirsgirêkên deh salanin, pirsgirêkên kûrin û sedsala 20. tev wisa bi alozî derbas bû. Eger Rusya bi vê giraniyê nêz bibe wê bikare roleke baş bilîze. Hêviyeke me ya di vî alîde ji Rusya heye ku xwedî bandor be. Bi taybet ji meseleya Kurd û Bakurê Sûriyeyê re. Pêwendiyên dîplomatîk yên heya niha başin, hêvîdarin ku zêdetir werin pêşxistin, bibe sedem ku çareseriyeke siyasî ji bo giştî gelê Sûriyeyê pêk were.

 

Li Sûriyeyê çend xet û feraset serwer in?

 

Li Sûriyeyê sê nêzîkatiyên berçav hene. Nêzîkatiya yekê ya rejîmê ye. Rejîm her timî xeyal dike ku vegere dema berê. Yê piştgiriya vêya dike jî Şîî’ne, Îran’e û Hîzbûllah e, yanî komên ji Iraqê hatine ji Afganîstanê hatine hene. Piştgiriyeke li ser esasê mezhebî ji rejîma Sûriyeyê re heye.   

 

‘Xeta duyemîn xeta Sûniyan e, ber bi tinebûnê ve diçe’

 

Nêzîkatiya duyemîn jî hin ji destpêkê ve ku derdikete pêş Erebîstana Siûdî, Tirkiye, Qeter û hinek Urdun bû ku xwedî fikrekî Selefî, Îhvanî Mûslîmîn bûn. Vêya ne tenê di warê fikir de dixwestin di warê pratîk de jî pêk bînin. Gelek komên çekdar yên çêbûn bi bandora van hêzan çêbûn. Gelek qonaxên cûda cûda jiyankirin. Herî dawî jî êdî Cephet El Nusra û DAIŞ, Ehrar El Şam derketin pêş. Niha rewşa vana jî hatiye guhertin. Niha parçebûn ketiye navbera eniya Sûnî de jî. Niha Siûdî û Misir li aliyeke. Heya mirov dikare bêje Urdun jî zêdetir nêzî waye yanjî di navberê de ye. Qeter û Tirkiye jî li aliyekîne. Em dibînin ku eniya Sûnî êdî ne weke berêye. Weke du nêzîkatiyên cûda ji hev hene lê, dîsa jî fikrê Sûnîtiyê di têde serwer e. Em dikarin bêjin ku êdî derfetê vê yê serkeftinê nemaye. Ji lewma Tirkiye êdî bi awayeke rasterast bihêza xwe ya leşkerî derbasî Sûriye bû.

 

‘Tirkiye ji bo dijayetiya Kurdan kete Sûriyeyê’

 

Ketina Tirkiyê ya Sûriyeyê ji bo kî bû helbet ji bo dijayetiya Kurdan, dijayetiya Sîstema Federal ya Bakurê Sûriyeyê ye. Her roj gef li me dixwe û herî zêde jî niha gef li Efrînê dixwe. Niha ev enî bi taybet jî Tirkiye ji bo aloziyan kurtir bikin dixebitin.  Ti hêviyeke çareseriyê û serkeftinê ya van jî nîne. Ev bi rêya Cephet El Nusra û DAIŞ’ê pêşve diçûn niha zêde nemaye ku ev jî xilas dibin, têkoşîna li hember wan di asta herî jor de tê meşandin. Êdî ev hêzên piştgiriya wan dikirin jî êdî nema dikarin piştgiriyê bikin. Dibe ku ji vêya şûnde jî hindek zehmetiyan ji mere çêbikin lê, derfetê van yê serkeftinê nemaye. Bes em di wê baweriyêdene ku me yê zehmet êdî derbas kir. Em bawer dikin ku me ya zehmet derbas kiriye. Em hem weke gel hem jî weke proje di cîhanê de hêza yeganene ku me karî çeteyên DAIŞ’ê di Sûriyeyê de tine bikin.

 

‘Xeta sêyemîn xeta me ya Federasyona Sûriyeya Demokratîk e’

 

Xeta sêyem jî em in. Em dibêjin em ne alîgirê xeta mezhebî ne jî alîgirê xeta neteweperestîne û van herdu xetan jî red dikin. Jixwe pirsgirêkên ku derketine jî jêdera xwe ji van herdu xetan digire. Me got, divê em vana dersbas bikin. Ev jî ancax li ser esasekî azadî, demokrasî û jiyana hevbeş û dostaniyê. Me li Bakurê Sûriyeyê sîstemeke federal ava kir ku hemû pêkhate beşdarin. Sûryan, Çeçen, Ereb, Ermen herkes di nava vê sîstemê de hene. Eger ewqas pêkhate beşdar bûne, bi sedhezaran kes beşdarî vê hilbijartinê bûne di şertên şer de ev hêjmareke wer kêm nîne. Ji ber rewşa şer ya li Sûriyeyê gelek welatî li ser axa xwe nîne û penaber bûne. Gelek welatî derbasê Ewropayê bûne niha di kampan de dijîn. Lê, dîsa jî ezmûnekî me ya demokratîk ya berçav heye. Me hem weke hêzeke şer derbên mezin li çeteyan xist, niha ber bi dawiyê ve diçe. Di warê siyasî de jî em eqliyeta rejîma berê ya kevin li ser esaseke demokratîk derbas dikin. Ji bo vê jî herkes vêya dibîne. Eger li Sûriyeyê hêviyek hebe di vê porjeyê de ye. Dema em behsa azadî, demokrasî, jiyana hevbeş, aşitî û dostaniyê dikin em di warê pratîkî de jî pêk tînin. Li eniyên şer xwîna yê Ereb, Sûryan, Ermen û Kurd tevlîhev bûye. Eger em bihevre xwîn dirijînin divê em di warê siyasî de jî em bihevre sîstemekî ava dikin.

 

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) heye. Pêkhate û kesayetên cûda cûda yên li welat û derveyî welat di navê de hene. Me li ser esaseke demokratîk û jiyanekeve bihevre li hevkiriye. Em bawer dikin ku wê projeya Sûriya Fedelal ya Demokratîk wê pêşbikeve. Herkes li hember vê sîstema me matmayî maye. Şandeyên ku tên dişopînin dema piştî demekî din şûn ve tên guhertinên ku di têde çêbûne bi awayeke eşkere dibînin. Dema mirov tiştekî ji dil û can bixwaze û ji bo wê jî bixebite dikare serbixe. Ancax em dikarin bi vê rêyê daxwazên gel pêk bînin.

 

Dibêjin PYD muxalefetê parçe dike, hûn ji bo vêya çi dibêjin, rast e?

 

Di rewşeke ku em behsa Sûriyeyeke federal demokratîk dikin de çawa dibe ku em parçebûnê bixwazin. Eger em parçebûnê bixwazin emê vêya bi awayeke eşkere bînin ziman. Heya niha me çi gotiye em pê bawer dikin, dibêjin. Em bi vêya bawer dikin ku eger ev proje bi awayeke pratîkî pêk were dikare weke welat yekîtiya Sûriyeyê biparêze. Jixwe di rewşa heyî de Sûriye hatiye parçekirin. Parçeyek Tirkiye, parçeyek Îran girtiye, tehekum li ser dike. Hinek bajar dibin destê wan de ye. Her wisa Amerîka heye, Rusya heye. Jixwe weke hûn jî dibînin di rewşa heyî de parçebûnek berçav heye. Ji bo em vê parçebûnê ji holê rakin divê lihevkirinekî li ser esasê çareseriya Federalîzma Sûriya Demokratîk pêk were. Em çareseriyê di vê de dibînin. Hîn ji sala 2011’an ve hevdîtinên me li gel hinek aliyan çêdibû wê demê jî behsa parçebûnê dikirin.

 

‘Em xwe tenê nûnerê Kurdan nabînin’

 

Jixwe em xwe ne tenê nûnerên Kurdan dibînin. Em xwe weke berpirsyarê çareseriya pirsgirêka Kurd dibînin. Ji ber eger ev pirsgirêk çareser nebe, pirsgirêkên din jî çareser nabe. Kurd li Şamê hene, li Helebê, Dera, Latqiyê, Siwedî, Hema û li her derê hene. Em dixwazin hebûna Kurdan bibe garantiya pêşxistina jiyan hevpar ya gelan. Em ji bo vêya xebatek didin meşandin. Li Bakurê Sûriyeyê weke cîh piranî Kurd lê dijîn ancax, netewên din jî lê dijîn. Eger em li vir dikarin jiyaneke hevpar ya serkeftî ava bikin, çima emê nekarin li Şamê, li Helebê, li Dera û Hemayê jî pêşnexînin.

 

We daxuyakirin ku êrişek li ser Başûr pêk were amadene piştgiriya Başûr bikin. Hûnê bikarin piştgiriyeke çawa bikin?

 

Eger ev referandûm li ser esasê îradeya gel pêk hatibe û di asteke herî jor de beşdar bûn çêbûye û vêya jî ji bo ragihandina serxwebûnê hatibe kirin, divê herkes rêz ji vêya re bide nîşan. Ji ber di vir de îradeya gel ji bo me esas e. Di cihekî de gel bixwaze siberoja xwe diyar bike, divê herkes rêz bidiyê. Em her timî dixwazin li ser esasê biratî û yekîtiyê pêwendiyên me bi Başûr re hebe. Gelek gavên girîng yên me bihev re avêtine jî hene lê, carna jî zehmetî û alozî jî rûdan. Di her tengasiyekî de weke mînak li Şengalê jî hewl daye piştgiriyê bidin gelê xwe yê Başûr. Li Kuderê pêwîst bike, em amadene ji bo piştgiriyê. Em vêya tenê di gotin de nabêjin, bi awayeke pratîkî jî pêk hatiye. Di dema berxwedana Kobanê de gelê Kurd ji her derê piştgirî da Kobanê. Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê hatin tevlî şer bûn û li vir şehîd bûn. Di rewşa heyî de ji saya xwîna şehîdan yekîtiya netewî ya gel çêbûye. Divê em aliyên siyasî jî xwedî li van nirxan derkevin û pirsgirêk û aloziyên hene jî derbas bikin. Ev ji bo navxweyiya Başûr jî raste, ji bo têkiliyên di navbera Rojava û Başûr jî ya rast e. Yanî ev ji bo navbera hemû beşên Kurdistanê jî ya rast e. Em dikarin bêjin ku niha ji her demê zêdetir pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya netewî heye.

 

‘Hemû deriyên me ji Başûr re vekiriye’

 

Eger dewletên dijî Kurdan helwesta xwe nîşan didin û têm gel hev, êrişan dikin, gefan dixwin, emê çima neyên gel hev bihevre liberxwe nedin û xwedî li gelê xwe dernekevin.  Divê ti sedem û astengiyekî di vî alî de tine be. Eger hebe jî divê bê rakirin. Em bixwe ji vêya re vekirîne û berê jî daxuyaniyên hevalên  me yên di vî alî de çêbûne hene. Eger tengasiyek li Başûr çêbibe, weke Rojava hemû deriyên me ji gelê me yê Başûr re vekiriye. Berê jî gelek caran ev îspat bûye niha jî em ji vêya re amadene. Em çiqasî nêzî hev bin û yekgirtîbin emê ewqasî bikarin van êrişan têk bibin. Ji ber êdî hebûna Kurdan îspat bûye û divê herkes jî vê rastiyê qebûl bike.

 

‘Dewleta Tirk dijî hemû Kurdên ku daxwaza mafê xwe dikeye’

 

Me weke Rojava gelek êş ji siyaseta Tirkiyê ya dijî Kurd kişandiye. Li Bakurê Kurdistanê bi her awayeke hovane êrişê Kurdan dike. Lê ev jî besî wê nake û dibêje, li kuderê Kurdek hebe û daxwaza mafê xwe bike, ezê li hember wê bisekinim. Di asta herî bilind de vêya bi awayeke eşkere vêya dibêje. Dibêjin emê operasyonek li hember Efrînê jî pêk bînin. Ji bo Başûr jî dibêjin emê hemû deriyên wan bigirin û êriş bikin. Ma ne mafê me ye ku êdî em jî li dijî vêya bi yek dengî û yek destî bisekinin. Ji ber êriş dijwarin divê berxwedana me jî dijwar be. Hem di warê siyasî de hem jî di warê eskerî de. Em dikarin van meseleyan bê şer jî çareser bikin lê, dema êriş jî kirin divê em ji wêya re jî amadebin. Ji ber yê serkêşiya vê eniya dijî Kurd dike, Tirkiye bixwe ye. Yên din jî ne kêmê Tirkiyêne, lê yê esas Tirkiyeye û vêya dijminatiyê rêxistin dike û hewld dide wana bikişîne gel xwe. Vê rastiyê divê herkes bibîne. Lê, mixabin me çiqas berê jî gotiye û hinek aliyên din jî dibêjin, ev rastî ne hate dîtin. Hinekan Tirkiyê jixwere weke dost dîtin lê niha ev hatiye xirakirin. Hêvîdarin ku ev rastî hatibe dîtin. Divê em weke gelê Kurd bi biratî û yekîtiyê bersiveke xurt bidin dijminên xwe û êrişan vala derxin.

 

Bi dîtina we dê wefata Mam Celal bandoreke çawa li têkiliyên navbera Kurdan de bike?

 

Birastî jî wefata Mam Celal ji bo me Kurdan wendahiyeke mezin bû. Kesayetekî temenê xwe yê dû dirêj di nava têkoşînê de derbas kir. Danûstandinekî xwe yê germ bi her çar parçeyên Kurdistanê re hebû. Bi taybet jî danûstandinên xwe li gel Rojavayê Kurdistanê re hebû. Naskirineke xwe ya ji nêz ve hebû û her timî dixwast xwedî rol be. Ji bo prsigrêka Kurd li parçeyên din bi rêya diyalogê çareser bibe rol lîst. Bi taybet di 1993’an de ji bo diyalog di navbera Tirkiye û PKK’ê de çêbibe birêz Mam Celal roleke girîng lîst. Ji lewma ji bo me tevan wendahiyeke mezin bû. Her wisa têkiliya me bi birayên me yên YNK’ê û bi  Başûr re di asteke baş de ye. Gelek alîkarî û piştgirî jî dane me. Heya niha jî nêzîkatiyeke wan ya germ ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê re heye. Ji bo piştgiriyên zêdetir jî amadebûna xwe raber dikin. Ev jî cihê rêz û texdîrêye.

 

‘Em hêvî dikin ku ev bibe destpêka gav avêtineke nû ji bo yekîtiyê’

 

Em naxwazin li ser karê navxweyî yê Başûr biaxivin lê, em hêvî dikin ku di serî de weke yek ji partiyeke sereke ya Başûrê Kurdistanê YNK û hemû partiyên din nêzî hev bibin û li hev bikin. Ji hemû beşên Kurdistanê gelê Kurd beşdarî merasîma Mam Celal bûn. Em hêvî dikin ku ev bibe destpêka gavêtineke nû ji bo yekîtiyê. Ji bo em xwedî li mîras û têkoşîna Mam Celal derkevin divê em ji vêya re amade bin. Niha dem dema wê ye. Em bawer dikin ku xwişk û birayên me yên nava YNK’ê de jî vêya dibînin. Divê bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî yên ji bo bîranîna Mam Celal û giştî Kurdan bi rola xwe rabin, rêya wî berdewam bikin û xwedî rol û temsîleke mezintir bin.

 

‘Me ala têkoşîneke mezin li herêmê rakiriye’

 

Em bihêvîne ku gelê me yê çar parçeyên Kurdistan van pêşketinên dîrokî yên hene û bi dil û can dijîn, bikarin zêdetir yekîtiya xwe saz bikin û divê em qîmetê van demane bizanibin. Ev dem dema azadiyêye. Ev dem dema pêşxistina serdemeke nû ya ji bo Kurdan li Rojhilata Navîne. Me ala têkoşîneke mezin li herêmê rakiriye, eger ev biser bikeve ne tenê emê rizgar û azad bibin, wê bi azadiya gelê Kurd gelek girêkên asê mane wê bên çareserkirin. Divê gelên herêmê jî ev rastiya dîrokî ya gelê Kurd ku pêşengiya azadî û demokrasiyê  dike, bibînin. Divê em sîstemekî bihevre jiyankirinê li herêmê ava bikin û xebatên avakirina sîstemek nû bidin meşandin.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin