Smiley face
sorani
Smiley face

 DYA: Wê referandûm jiyana welatiyan girantir bike

2017-09-26 09:40:04
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauer piştî referandûma Herêma Kurdistanê got; "Wê ev referandûm alozî û nearamiya jiyana xelkê li Herêma Kurdistanê zêdetir bike."


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauer îro di civîna çapemeniyê de behsa referandûma Herêma Kurdistanê kir, referandûm weke kareke ne pêwîst bi nav kir.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauer got; "Wê pêwendiyên dîrokî yên Amerîka yên li gel gelê Kurd neyên guhertin. Ev referandûm ne pêwîst bû. Lê em li ser wê baweriyê ne ku wê ev referandûm alozî û nearamiya jiyana xelkê li Herêma Kurdistanê zêdetir bike. "

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauer herî dawî got; "Ev referandûm yekalî ye. Pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel hikûmeta Iraqê û li gel welatên din, wê aloz bike. Hîn şerê DAIŞ'ê bi dawî nebûye. Komên çekdar dixwazin aramiya herêmê xera bikin. Li gorî me divê di vê demê de hemû alî bi rêya diyalogê li ser pêşeroja Iraqê bihizirin. DYA li dijî hemû tevgerên tundiyê û tevgerên yekalî ne."

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin