Smiley face
sorani
Smiley face

'Bi referandûmê, hewl dan pêşî li yekîtiya Kurdan a demokratîk bigirin'

2017-09-26 09:35:22
Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê ragihand ku hinek hêz ji bo pêşî li pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurd bigirin û her wisa pêşî li demokrasiya Rojhilata Navîn bigirin referandûm derxistin holê û got: “Ti roleke PDK’ê di referandûmê de nîne.”


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Endamê Komîteya Rêveber ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Dûran Kalkan beşdarî bernameya ‘Ulkeden’ ya televîzyona Medya Haber’ê bû û têkildarî pêşketin û bûyerên li herêmê diqewimin nirxandinên girîng kir. Kalkan her wisa der barê pêkhatina referandûmê de jî axivî û got: “Hinek hêz xwestin ku pêşî li pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurd û demokrasiya Rojhilata Navîn bigirin, referandûm derxistin holê. Yanî ti roleke PDK’ê di pêkhatina referandûmê de nîne.”

 

‘Li ser şerê li dijî Kurdan li hev kirin’

 

Kalkan her wisa îşaret bi dijayetî û gefên welatên dagirker yên Kurdistanê jî kir û got: “Hêzên ku gelê Kurd qir dikin û bihevre nakok bûn bi referandûmê re bûne yek û ji nû ve li ser şerê li dijî Kurdan li hev kirin.”

 

Kalkan bi berdewamî got: “Wê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li hev biciviya û li Rojhilata Navîn demokrasiyek mînak a Kurd derketibûya holê. Yekîtiya Kurdan a demokratîk dihate afirandin. Pêşî li wê hate girtin û hate sabotekirin. Hêzên ku pêşî li wê girtin, referandûm derxistin holê. Ev îdîa nîne. Dikarim navê kesên ku ev kirine jî bikim. Ti eleqeya vê bi PDK'ê re nîne. Ti rola PDK'ê di vê referandûmê de nîne.”

 

‘Demokrasî bi yekîtiyê pêk tê’

 

Kalkan behsa girîngiya demokrasiyê dike û dibêje, “Serxwebûna polîtîk, şêweyê pêkhatina pratîkî ya serxwebûna îdeolojîk-felsefî-ramanî ye. Pêwendiya serxwebûn û azadiyê bi demokrasiyê heye. Demokrasî jî bi yekîtiyê pêk tê. Ev maf in û ne cihê nîqaşê ne. Eger ev yek wê bi referandûmekê were kirin, ev mafê her kesî ye."

 

‘Referandûm veguherî bazariyê’

 

Kalkan destnîşan kir, ku referandûm ne bû hewldanek ji bo diyarkirina statuyê, veguherî bazariyekê. Kalkan got, "Veguherî wê yekê ku PDK ji nû ve qezenca aborî-siyasî bike, karibe ji nû ve hilbijaritnê bike û bi ser bikeve. Veguherî wê rewşê ku ji nû ve karibe desthilatdariyê bi dest bixe. Li holê sekneke demokratîk nîne. Meclîs kar nake, biryarê nagire. Kongreya Neteweyî nîne. Parçeyên din ên Kurdistanê ne di nava vî karî de ne. Sibe hin hêz dikarin rabin ji nû ve tinekirin û înkarê ferz bikin. Ji xwe Îran, Iraq û Tirkiye bûn yek û gef xwarin."

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin