Smiley face
sorani
Smiley face

Aliyên siyasî yên Xurmatû komkujiya Şêladizê şermezar kirin

2017-09-26 08:58:07
Hinek nûnerên siyasî yên Kurdan li Xurmatû destwerdana Tirkiyeyê ya li ser xaka Başûr û komkujiya Şêladizê şermezar kirin û hikûmeta Herêmê ji ber bêhelwestiyê jî rexne kir.


 

 

BERHEM LETÎF/ XURMATÛ

 

 

Bertek û şermezarkirinên li hember komkujiya Şêladizê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin, berdewam dikin.

 

Têkildarî mijarê Cîgirê Berpirsê Şaxê 16 yê YNK’ê ya Hemrînê Hesen Baram diyar kir ku ew her destwerdanek li ser xaka Başûrê Kurdistanê , ji aliyê her kesekî ve bi taybet Tirkiyeyê ve şermezar dike.

 

 

Baram bêhelwestiya hikûmeta Herêmê û Iraqê ya li hember destwerdana Tirkiyeyê jî rexne kir û got ku sedema bêhelwestiya hikûmeta Herêmê berjewendiyên aborî yên li gel dewleta Tirk e.

 

Li ser heman mijarê Sekreterê Navenda Goran li Xurmatû Burhan Mele Emîn jî destwerdana Tirkiyeyê şermezar kir û wiha dest bi axaftinê kir: “Pêwîst bû hemû aliyên siyasî  li Başûrê Kurdistanê ji bo kongreya neteweyî û yekîtiya her çar parçeyên Kurdistanê helwestên tund li hember dagirkerên Kurdistanê nîşan dabana. Lê mixabin ji ber vê valahiyê dijminên Kurdistanê bi kêfa xwe dikarin derb li gelê me bidin û şehîd bikin.”

 

 

Endamê Meclisa Herêma Germiyan yê Tevgera Azadî û Komelga Kurdistanê li Xurmatû Xalid Qadir jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ez daxwaz li gelê Kurd dikim ku li hember komkujiyên ku dewleta Tirk li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê li hember gelê me dike bêdeng nemînin.”

 

 

Di dawî de Xalid Qadir ev gotin kir: “Ev ne yekem car e ku dewleta Tirk li  hember gelê me komkujiyan pêk tîne. Berî niha jî li gundên binarê Qendîlê ji ber bombebaranê gelek kes şehîd bibûn. Vaye niha li Şêladizê komkujî  dubare bû. Ne dûr e ku sibe ev komkujî li Kerkûk û  Hewlêr jî were dubarekirin.”

 

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku 20’ê Îlonê balafirên dewleta Tirk bajaroka Şêladizê bombardûman kir, di encamê de 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin