Smiley face
sorani
Smiley face

Radyo Çira Şengal piştî 5 mehan jinûve dest bi weşanê dike

2017-09-26 07:29:25
Radyoya Çira Şengal a ji bo dengê gelê Şengalê bigihîne cîhanê hatibû avakirin û di êrîşa dewleta Tirk a 25’ê Nîsanê bibû hedef, ji nû ve vedibe.


 

 

TOLVÎN ARHAT/ŞENGAL

 

 

Piştî êrîşên dewleta Tirk di encama xebat û amadekariyên 5 mehan de radyo li ser frekansa 101, ji nû ve dest bi weşanê dike. Ji bo radyo bikeve weşanê ne tenê xebatkarên radyoyê û gelê Şengalê, heman demê ji Rojavayê Kurdistanê jî 2 endezyar tevlî xebatên ji nû ve avakirina radyoyê bûn.

 

Têkildarî jinûve vekirina radyoyê xebatkarê Radyo Çira Şengal Naîf Berekat, Berpirsiyarê Teknîka Radyoyên Rojava Şêxmûs Xeco û Şiyar Sîno ji ajansa me re axivîn.

 

‘Em mizgîniyê didin gelê xwe’

 

 

Yek ji xebatkarê Radyo Çira Şengal Naîf Berekat qala êrîşên dewleta Tirk kir got: “25’ê Nîsanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve Şengal bi balafirên şer hat bombekirin. Di encama vê bombebaranê de bi zanebûn Radyo Çira Şengal hat hedefgirtin. Ji ber gelê Şengalê yê hê di konan de agahî ji radyoyê digirtin. Di heman demê de Radyo Çira Şengal bibû zimanê hest û fikrê gel, Şengal û li derveyî Şengal jî rastî eleqeyeke mezin dihat. Dewleta Tirk ji ber vê êrîşî radyoyê kir.”

 

Berekat di dewama axaftina xwe de der barê ji nû ve avakirina radyoyê de jî got: “Piştî xebatên 5 mehan em mizgîniyê didin gelê xwe ku me Radyo Çira Şengal ji nû ve ava kir. Ev demek bû ku me amadekarî dikirin da ku em dîsa radyoya xwe bixin meriyetê”

 

Berekat di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser alikariyên ji Rojavayê Kurdistanê û wiha axivî: “Ev hefteyeke 2 hevalên endezyar ji Rojavayê Kurdistanê hatine alîkariya me. Bi rastî di vê demê de wan hevalan pir alîkariya me kirin. Em ji bo keda wan û hatina wan a Şengalê kêfxweşiyên xwe tînin ziman û ji bo keda wan spas dikin.”

 

‘Em xwedî fikra Rêber Apo ne’

 

 

Berpirsyarê Teknîka Radyoyên Rojava Şêxmus Xeco der barê xebatên jinûve avakirina radyoyê de got: “Dema agahî dan ji bo em bên radyoya Şengalê çêbikin, me wek erk dît ku em bên û cihê xwe di xebatên amadekariyên radyoyê de bigirin. Em ji ber êrîşa li ser Radyo Çira Şengal pîr xemgîn bûn. Lê baweriya me bi rêxistina me, gelê me û hevalên me yên Şengalê heye ku çi zorahî bê pêşiya wan wê derbas bikin.”

 

Xeco bal kişand ser girîngiya rola ragihandinê û got: “Em di serdemeke wisa de dijîn ku şerê tê meşandin bêhtirê xwe li ser ragihandinê ye. Çawa hêzên me yên leşkerî di çeperan da şer dikin û li ber xwe didin. Em jî ji bo erka xwe ya ragihandinê li ber xwe didin.”

 

Xeco axaftina xwe bi biryardariya pêkanîna kar û xebatan bi dawî kir û wiha got: “Em bi vê xebata xwe ya Şengalê bersiva êrîşa dewleta Tirk didin û dibêjîn ne tenê bi balafirên xwe, bi çi bên bi ser me de bila bên, em ê li ber xwe bidin. Ji ber em xwedî proje û felseyeke nû ne. Em xwedî fikrê Reber Apo ne û em dest ji rêya şehîdan bernadin.”

 

‘Gelê Şengal bi kelecan li benda radyoyê ye’

 

 

Şiyar Sîno ku ew jî yek ji Berpirsiyarê Teknîka Radyoyên Rojava ye der barê radyoya Çira Şengal de wiha axivî: “Ji ber êrîşa dewleta Tirk ew 5 meh in, radyo nikare weşana xwe bike. Di encama xebatên me de êdî radyo ket weşanê. Me dixwest em hê zûtir radyoyê bixin weşanê, lê belê wek tê zanîn derfetên di destên me de kêm in. Di dema amadekariyan de zehmetî jî çebûn. Carinan rewşa hewayê carinan jî astengiya rê û peydakirina amûran zehmetî dan me.”

 

Sîno di dewama axaftina xwe de behsa coş û kelecana di xebatên radyoyê de kir û wiha axivî: “Di encama xwestek û moralekî mezin a xebatan de me zehmetî derbas kirin. Me timî dixwest hê zûtir xebatên xwe bi encam bikin.”

 

Sîno di dawiya axaftinên xwe behsa hestên xwe yên ji bo Şengalê kir û têkildarî eleqeya gelê Şengalê ya ji bo radyoyê wiha got. “Dema destpêkê Radyo Çira Şengal hat avakirin, min pir dixwest ez bêm û têde kar bikim. Ji ber ku Şengal ji bo me cihekî cuda ye. Gelê Şengalê jî ji bo radyo ji nû ve dest bi weşanê dike pir bi coş û kelecan e. Ev hefteyeke em hatine. Hema hema her roj bi rêya telefonê li me digerin û dibêjin ka wê kengî radyo dest bi weşanê bike. Ev bû sedem ku em kar û xebata xwe hê zûtir bikin.”

 

 

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin