Smiley face
sorani
Smiley face

Komek çekdar bi ser Nexweşxaneya Giştî ya Xurmatû de girtin

2017-09-25 20:37:55
Rêveberê Nexweşxaneya Giştî ya Xurmatû diyar kir ku saetên êvarê komek çekdarên nenas bi ser nexweşxane wan de girtine. Serçaveyek jî diyar kir ku ew çekdarên girêdayî Esayb Ehlî Heq bûne.


 

 

BERHEM LETÎF/ XURMATÛ


Îro êvarê li ser metirsiya derketina şer Nexweşxaneya Giştî ya navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahaddîn hate valekirin. Piştre komek çekdarên nenas bi ser nexweşxaneyê de girtin.

 

Der barê bûyerê de Rêveberê Nexweşxaneya Giştî ya Xurmatû Dr. Ehmed Elî ku ji ajansa me re axivî, got; “Piştî êrîşa çekdarî ya dijî pêşmergeyan, karmendên nexweşxaneya me ji nexweşxaneyê derketin û vala kirin. Saet 17:00’ê komek çekdarên nenas di aliyê piştê re ketin nexweşxaneyê de. Polîsên Kurd ên li nexweşxaneyê derxistin. Belê em nizanin ev çekdare kîn e.”

 

Ehmed Elî diyar kir ku piştî çend saetan li gor agahiyên ji wan re hatine, çekdar ji nexweşxaneyê derketine.

 

Her wiha li gor agahiyên serçaveyekî nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku ew çekdarên bi ser nexweşxaneya Xurmatû de girtine, çekdarên Heşdî Şebî û Esayb Ehlî Heqin.

 

Nexweşxaneya Giştî ya Xurmatû dikeve Taxa Îgidaler ku Tirkmen lê dirunin û dibin kontrola Heşdî Şebî de ye.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin