Smiley face
sorani
Smiley face

Jinên Başûr komkujiya Şêladizê şermezar kirin

2017-09-24 09:40:19
Jinên Başûrê Kurdistanê yên ji ajansa me re axivîn komkujiya Şêladizê şermezar kirin  û diyar kirin ku divê hemû gelê Kurd li dijî komkujiyan bibin xwedî yek deng û helwest.


 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS


 

Di 20'ê Îlonê de li herêma Avaşîn a Şêladizê di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de, 10 sivîlên Şêladizê jiyana xwe ji dest dan. Jinên Başûrê Kurdistanê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

 

Mamosteya Zanîngeha Silêmaniyê Niyaz Mihemed ji ajansa me re wiha got; "Di van êrîşan de her tim welatiyên sivîl di bin qurbanî. Desthilatê û aliyên siyasî jî nekarine van binpêkirina çareser bikin."

 

 

 

 

Niyar axaftina xwe wiha domand; "Divê civaka navnetewî û welatî bi rêya peymana navnetewî ya yasaya mafên mirovaan a cîhanê zextê çêbikin. Civaka navnetewî neçar bike sînorekê ji bo van êrîşan da ne."

 

Herwiha çalakvan Leyla Omer, di serî de êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan şermezar kir û got; "Mixabin bi berdewamî ew herêmên li ser sînoarên di navbera Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Îranê de li jêr metirsiya êrîşan de ye. Di encama êrîşan de jî tenê welatiyên sivîl dibe qurbanî."

 

 

 

Leyla Omer destnîşan kir ku divê hemû gelê Kurd yekgirtî be û wiha domand; "Divê hemû gelê Kurd li dijî van êrîşên dagirkeran yek deng be. Ji ber ku ew kesên ku şehîd bûne, peywendiya bi aliyên siyasî re nîne. Ji bo debara jiyana xwe ya rojane li wir kar dikirin."

 

 

 

Çalakvan Banû Helebceyî jî li ser heman mijarê wiha ragihand; "Yekem car nîne êrîş dikin li ser sînorên Kurdistanê. Her tim planên dewleta Tirk a digirker li dijî gelê me hene. Em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku êdî li hemberî êrîşan bêdeng nebin. Bi xebat û çalakiyên xwe li dijî dagirkeran rawestin. Niha li dijî êrîşan jin dikarin yekîtiyan xwe çêbikin. Bi hev re xebat û têkoşînê li dijî dagirkeriyê rawestin."

 

 

 

 

Çalakvan Şine Baba Elî jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got; "Mixabin berdewam Kurdistan li jêr metirsiya êrîş û planên dagirkeran de ye. Di van êrîşan de tenê welatiyên sivîl dibin qurbanî."



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin