Smiley face
sorani
Smiley face

‘Em ê ji bo şikandina tecrîdê têkoşînê bilind bikin’

2017-09-22 11:09:36
Gerîlayên YJA-Star têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn.


 

TOLHILDAN OZAN AMED/ŞENGAL

 

Gerîlayên YJA-Star tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek berdewamkirina komployê nirxandin û gotin  ku di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dixwazin tevahî daxwaziya azadîxwaz ya Rojhilata Navîn bixin bin tecrîdê, banga bilindkirina têkoşînê kirin.

 

Çîçek Gabar : ‘Em fêrî  jiyana bê Serok Apo nabin’

 

 

Yek ji  gerîlaya YJA-Star Çîçek Gabar, di nirxandina xwe de da diyarkirin ku Ocalan Rêberê tevahî gelê Kurd e  û wiha berdawam kir; “Em wek gerîllayên YJA-Star li Şengalê parastina gelê Êzidî dikin. Ji bo   tecrîda Serokatî gelek tiştên ku mirov binirxîne hene. Serokatî serokê giştî yê gelê cîhanê ye. Lêgerînên Serokatî ji bo gelê Kurd di emrekî biçûk de dest pê dike. Dema ku di encama têkoşîna Rêbertî de vejîna gelê Kurd çêdibe dijmin vê wek xeteriyekê dibine û darbeya 12’ê Îlonê li dar xist û ev darbe bi şêwazên cuda cuda xwe berdewam kir. Rêbertî di sala 1999 hat girtin lê mirov dibîne mafê ku  ji girtiyekî rêzê re jî tê dayîn ji bo Serokatî nayê dayîn. Ji  2015’ê  5’ê Nîsanê heta niha tu agahî ji Serokatî nayên girtin. Ev di milê me de êşandinekê dide avakirin. Li ser vê rewşa Serokatî fikarên cuda di fikrê me de tê avakirin. Di vir de mirov rastiya dijmin pir rehet dibine. Tu mafek ji bo wî rewa nayê dîtîn. Li hember vê rewşê em jî wek gerîlayên HPG û YJA-Star çalakiyên xwe zêdetir dikin. Her wiha di Bakur de me dît pêngavên pir nû pêş ketin û ji bo bersiv ji tecrîdê re were dayîn, wê zêdetir çalakî werin lidarxistin û tecrîd tu wextî bêbersiv namîne. Dijmin li hember fikir û felsefeya Rêbertî ya ku her diçe bi bandor dibe ji neçarî tecrîdê giran dike û êrîşî gel dike. Gel jî, gîrtiyên zindanan jî li hember êrîşan, her tim di nava hewldanên bersivdayînê de ne. Her wisa çalakiyên birçîbûnê li dar dixin.  Bi berdawamkirina tecrîdê dijmin dixwaze me fêrî jiyanek bê Serokatî bike.  Em jî wek gerîllayên HPG YJA-Star îdîaya xwe xurt datînîn holê ku, em tu carî fêr nabin. Ji bo azadiya Serokatî çi pêwîst be em ê heta dawî pêk bînîn.”

 

Mîtra Devrîm : ‘Çirûska ku Rêber Apo pêxistiye her ku diçe geş dibe’

 

 

Gerîla mîtra Devrîm di nirxandinên xwe de behsa girîngiya ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Ocalan kir û wiha axivî; “Em wek hêzên YJA-Star tecrîda li ser Serokatî bi tu awayî qebûl nakin. Ew 18 sal e Serokatî di bin tecrîdeke giran de li ber xwe dide. Mafê ku pêwîst e ji bo girtiyekî were dayîn ji Serokatî mehrûm tê hiştin. Serokatî nedikare bi parezerên xwe re hevdîtinê çêbike, ne jî dikare bi malbetê re hevdîtinê çêbike. Ev rewş me bi hêrs dike. Hem ewlekariya Serokatî hem tenduristiya wî ji bo me pir girîng e. Berî Serokatî 28 îsyan çêbûn. Hemû jî hatim tepisandin. Lê bi derketina Serokatî îsyana 29. ya PKK ê tu hêz nikare pêşî lê bigire.  Ji ber ku wek çirûskeke yekemîn nehat tefandin. 7 salî dest pê kir heta niha berdewam dike. Ev çirûsk heya roja îro ber bi berxwedaniya Sûr, Gever, Cîzîr çû. Ji bo berxwedaniya gelê Kurd ev çirûsk her diçe mezin dibe. Mirov dikare bêje agirê berxwedaniyê her diçe bilind dibe. Em jî wek hêzên HPG, YJA-Star dixwazin vî agîrî geştir bikin. Serokatî çi qasî were tecrîdkirin jî wê têkoşîna me bilind bibe.  Ji ber vîna me têkoşîna me berxwedana me bilind e dijmin tehemûl nake û êrîş dike.”

 

Newal Gever: 'Çi dibe bila bibe, em ê teqez ji bo Serokatî serkeftinê bi dest bixin.’

 

 

Gerîla Newal Tolhildan, Bi rêkirina silavên xwe ji bo Îmralî ku dest bi axaftina xwe kir got, “Tecrîdeke giran li ser Serokatî tê meşandin. Hem parêzer hem jî malbat nikarin serlêdana Serokatî bikin. Ji bo tecrîda Serokatî her çi qas dijmin dixwaze îrade me bîşkîne jî lê dîsa jî em ê heta dilopa xwîna xwe ya herî dawî li ber xwe bidin. Em tu car dest ji têkoşîna xwe ber nadin. Dijmin berê jî, ji bo hebûna Serokatî û hebûna gelê Kurd tune bike ket nav gelek hewldana. Lê çi dibe bila bibe em ê ji bo Serokatî serkeftinê teqez bi dest bixin. Hetanî niha ew qas şoreş çêbûn. Li Vîetnam, li Kûba her wiha li welatên cuda şoreş çêbûn. Lê tu carî li hember serokekî ew qas hewildanên tunekirin û tasfiyeyê her wisa tecrîd nehat pêşxistin. Dewlata Tirk ji bo tunekirina gelê Kurd û Serokatî gelek êrîşên cuda pêş xistin. Hetanî niha jî bi rêk û rêbazên cuda vê nêzîkatiya xwe berdewam dike. Lê her ku diçe gelê Kurd zêdetir pêşde diçe. Dijmin çi qasî bixwaze em hêviyên xwe ji Serokatî qut bikin jî lê em tu wextî qut nakin. Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Dijmin dixwaze perspektîf û dahûrandinên Serokatî ji me qut bike û di her milî de êrîşek tê meşandin. Lê em jî di her milî de xwe xurt bikin da ku em karibin tecrîdê vala derxin.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin