Smiley face
sorani
Smiley face

Tevgera Azadî banga şikandina bêdengiya li hember komkujiya Şêladizê kir

2017-09-21 15:36:09
Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistanê  komkujiya Şêladizê şermezar kir û  ragihand ku pêwîste  bêdengiya  li dijî wan kiryaran bêne şikandin Û bi taybet li herêma Behdînan.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Sê roj berê balafirên şer ên TirkiyEYê bajarokê Şêladizê ya ser bi Amêdiyê  ya Dihokê bombebaran kiribû. Di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî bûyerê  Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistanê  daxuyaniyek nivîskî belav kir.

 

Tevgera Azadî di daxuyaniyê de wiha got: “Dewleta Tirk wek hêzek dagirker, her tim di qonaxên cUda de  êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd  bi taybet bi hinCet  û armancên bêbingeh li ser Başûrê Kurdistanê dewam kiriye. Her cihek be, ji bo Tirkiyeyê ne cuda ye.  

 

 Her wiha Tevgera Azadî got: “Em wek Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistanê, vê kiryara dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku hişyar bin û xwedî helwestek yekgirtî bin, rê nedin armancên bêbingeh ku kar li ser helwesta neteweyî bikin. Ji ber ku pêşketinên  ku roj bi roj gelê me bi dest xistî, Tirkiye ne rehet kiriye.”

 

Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha bi dawî dibe: “Pêwîst e gelê Behdînan li hember wan êrîşan bê dengiya xwe bişkînin.  Çawa ku li demên buhrî li hember sîstema dagirkeriyê  xwedî helwestên bi wêrek bûn,  bi heman awayî, pêwîste li hember siyaseta dewleta Tirk jî xwedî helwest bin.”

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin