Smiley face
sorani
Smiley face

Artêşa Tirk li Rojava jineke karker qetil kir

2017-09-21 15:18:45
Artêşa Tirk a dagirker jinên karker ên nêzî sînor dixebitîn gulebaran kirin. Di encamê de yek ji wan jinên karker jiyana xwe ji dest da.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Artêşa Tirk a dagirker jinên karker ên nêzî sînor dixebitîn gulebaran kirin. Di encamê de yek ji wan jinên karker jiyana xwe ji destda.

 

Li gundê Qere Hesen ê rojhilatê bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê jinên karker nêzî sînor zeviyê pîvaza kom dikirin. Artêşa Tirk a dagirker bê sedem ew jinên karker gulebaran kirin. Di encamê de jina karker Nalîn Xelef El-Cindo jiyana xwe ji dest da.

 

Xwişka Nalîn Xelef Iptîsam Xelef jî di nava heman zeviyê de dixebitî. Iptîsam yek ji şahidên bûyerê bû û derbarê mijarê de wiha got: ʺZeviyê me yê ku em lê dixebitîn 2 km ji sînor dûr bû. Artêşa Tirk a dagirker bê sedem em gulebaran kirin û xwişka min Nalîn qetil kirin.ʺ

 

 

Welatiyê bi navê Ekrem Şêxmûs jî dema ku artêşa Tirk jinên karker gulebaran kir amade bû. Şêxmûs derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: ʺLeşkerên Tirk saet di 17:30ʹan de  jinên karker gulebaran kirin. Hejmara wan 25 bûn. Di zeviyê pîvazan de dixebitîn. Bi gulebarankirina leşkerên Tirk re Nalîn Xelef jiyana xwe ji destda.ʺ

 

 

Şêxmûs anî ziman ku artêşa Tirk gelek caran wan gulebaran dikin û got: ʺEm ji ber leşkerên Tirk gelek zor û zehmetî dibînin.ʺ

 

Nalîn Xelef El-Cindo ji gundê Um El-Fursan ê girêdayî Qamişlo ye. Cenazeya Nalîn Xelef li gundê wê hat veşartin û merasîma wê sersaxiyê li gundê wê hat organîzekirin.

 

Li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê êrîşa artêşa Tirk a dagirker li ser şêniyên herêma Rojava didomin û di encamê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin