Smiley face
sorani
Smiley face

Berpirsê YNK'ê yê Şêladizê: Ji ber tirsa bombebaranê xelk ji mal dernakeve

2017-09-21 15:12:30
Berpirsê Komîteya YNK'ê ya Şêladizê Ferec Rêkanî der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan; got: "Niha xelk di nava tirsê de ye. Ji ber tirsê ji mal dernakevin. Helwesta Herêma Kurdistanê ji bo vê mijarê qet ne cidî bû."


 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Berpirsê Komîteya YNK'ê ya Şêladizê Ferec Rêkanî der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan; got: "Niha xelk di nava tirsê de ye. Ji ber tirsê ji mal dernakevin. Helwesta Herêma Kurdistanê ji bo vê mijarê qet ne cidî bû."

 

Artêşa Tirk li dijî welatiyên gundên herêma Avaşîn a girêdayî qezaya Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê êrîş pêk anî, komkujiyek din pêk anîbû. Di encama bombebarê de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû. Berpirsê Komîteya YNK'ê ya Şêladizê Ferec Rêkanî der barê êrîşan de ji ajansa me re axivî.

 

Berpirsê Komîteya YNK'ê ya Şêladizê Ferec Rêkanî diyar kir ku xelk di nava tirsê de ye û got; "Weke xelkê herêma Şêladizê daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku bên ji bo vê rewşê çareseriyekê peyda bikin. Ji ber ku çend care ev rewş dubare dibe.  Di 20'ê Îlonê de me 7 şehîd dan. Ji bo masî girtinê û mêşên hingivîn çûbûn li wir. Herwiha li ser riyekê jî 3 sivîl şehîd kirin. Ev herêm herêmekî geştyariyê ye, rojane hezar kes serdana vê herêmê dike."

 

'Xelk nikare derkeve'

 

 Ferec Rêkanî di berdewama axaftina xwe de wiha destnîşan kir; "Ji saet 05:00'an ve xelk ji bo wergirtina cenaze çûne, lê heya niha venegeriyane. Ew cihên ku lê şehîd bûne, cihekî dûr e. Bi pê gihiştina li wir zehmete. Duh çûn lê negihiştin li wir, îro çûn cenazeyan bînin. Li herêma gundê Hore. Li ser jiyana welatiyên Şêladizê metirsî heye. Kes nikare ji mal derkeve. Niha dema komkirina hingivîne. Lê xelk newêre biçinê."

 

Berpirsê Komîteya YNK'ê ya Şêladizê Ferec Rêkanî herî dawî bal kişand li ser helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê û got; "Heya niha hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûye xwedî helwest. Me daxwaz kirine ku li hemberî êrîşê bibe xwedî helwest. Em daxwazê dikin ku hewara xelkê bê. Ji ber ku xelk nikara bên û biçin. Herêma me herêmek rojane çend caran tê bombebaran kirin."

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin