Smiley face
sorani
Smiley face

Çinûr Heme: Yekemîn muxtara jin a Iraqê

2017-09-21 11:40:40
Çinûr Heme Tofîq yekem jin e ku di Iraqê de  bûye muxtar û dibêje ti karek bê astengî nîne, lê hêza jinan heye ku wan astengiyan bişkênin û bi serkevin.


 

 

 

SILÊMANÎ/ROJNEWS

 

Jina bi navê Çinûr Heme Tofîq di sala 1981’an de li Silêmanî ji dayik bûye û yekem di jin e ku li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê karê muxtartî dike. Çar sal muxtarî li taxên Kurdistana Nû, Du Lubnan City û Diye City li bajarê Silêmanî kiriye.

 

Têkildarî astengî û piştgiriya ji bo karê muxtartî, Çinûr Heme Tofîq wiha ji ajansa me re axivî: “Destpêkê malbat û hevserê min ne di xwestin. Piştre dîtin ku bijarteka mine û dikarim serkeftî bim, qebûl kirin û bi min re bûn alîkar, bi taybet hevserê min gelek piştgiriya min kir.

 

Her wiha Çinûr Heme got: “Ti karek bê astengî nîne, lê em wek jin, ew hêza me heye ku wan astengiyan bişkênin û serbixin. Hinek kes hene ku dema dibînin jin serkeftîne,  pirsgirêkan derdixin. Lê ez ji karê xwe hez dikim, ji ber wê dikarim hemû pirsgirêkan derbas bikim. Gel gelek matmayiye ku dibînin jinek muxtartî dike. lê bi awayek piştî siyasiya min dikin.”

 

Çinûr Heme jin hemû karên ku civakê weke karê zilam dîtine, dikarin bikin û wiha pêdeçû: “Gelek girînge ku jin bi xwesteka xwe kar hilbijêrin, êdi nabe koletiya jin were qebûl kirin. Ez nabêjim dijberiya zilam bikin, bila alikariya zilam bikin. Ji ber ku jin û zilam temamkerê hevdu ne.”

 

Çinûr Heme axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê malbat êdî li pêşiya karê jinan nebin asteng. Pêwîste bi karek ji bo jinan şerm nebînin. Ew malbatên ku jinek xwedî kar û serkdeftî têde hebe,  bi şans û arame. Jin dikarin hevsengiya kar û jiyana malbatê bi başî bigrin.”

 

Muxtartî postekî rêveberiyê ya hikûmetê ye, ji sala 1940’an ve li Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo taxên bajar,navçe û gundan tê diyar kirin. Muxtar ji karên rêveberiya tax yan jî gundan berpirse. Erkê çareser kirina pirsgirêkan û xizmet kirinê li stuyê muxtar de ye.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin