Smiley face
sorani
Smiley face

Operasyona kontrolkirina Hewîce dest pê kir-HAT NÛKIRIN

2017-09-21 08:18:54
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî operasyona kontrolkirina Hewîce  ragihand.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Fermandariya Giştî ya Hêzên Iraqî  bi daxuyaniyekê destpêkirina qonaxa yekem a operasyona kontrolkirina Hewîce ragihandin.

 

Ebadî di daxuyaniya xwe de soz da ku xaka Iraqê ji DAIŞ’ê paqij bike û got: “Mizgîniya serketinên nû wê  werin û wê hêzên Iraqê serkeftin li pey serkeftinan bi dest bixin.”

 

Her wiha Cîgirê Fermandarê Operasyona Hevbeş ya hêzên Iraqî Ebdulemîr Reşîd Yarella di daxuyaniya fermandariyê de wiha got: “Operasyona Hewîce li Rojhilatê Şirgat dest pê kiriye. Hêzên polîsên federal, Heşdî Şebî, leşkerên Iraqê tevlî operasyonê bûne.”

 

Navçeya Hewîce û gelek gund û bajarokên derdor, ji sedê 33’ê xaka Kerkûkê pêktîne. di meha Tîrmeha 2014’an de ketibû destê DAIŞ’ê.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin