Smiley face
sorani
Smiley face

Ebadî: Eger sînor bên guhertin wê bibe sedema rijandina xwînê

2017-09-20 10:39:17
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku ew dixwazin referandûma Herêma Kurdistanê bê ku bê paşxistin bê betalkirin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexda di daxuyaniyeke xwe ya li gel rojnamegeran, destnîşan kir ku referandûma Herêma Kurdistanê derveyî destûrê ye û got ku referandûma hundirîn û Herêma Kurdistanê red dikin.

 

Ebadî diyar kir ku wê guhertinên yekalî bibe sedema aloziyan û got; "Ji bo referandûmê li qada navneteweyî ti alternatîf nîne. Em naxwazin bê paşxistin, em dixwazin bi temamî bê betalkirin. Bi referandûmê dixwazin welat lewaz bikin. Nabe ji yekalî sînor bêne guhertin. Wê ev jî bibe sedema rijandina xwînê."

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin