Smiley face
sorani
Smiley face

Li Iraqê êrîşa xwekujî: 3 kes mirin, 34 birîndar bûn

2017-09-19 13:20:17
Li restoranteke parêzgeha Selahedînê 2 êrîşkaran bombeyên li ser xwe teqandin. Di encama êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 34 kes jî birîndar bûn.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li parêzgeha Selahedîn li ser rêya di navbera Becicî û Tikrîtê li restorantekê êrîşa xwekujî pêk hat.

 

Wezareta Hundirîn a Iraqê, ragihandin ku li restoranta Kale ya li ser rêya di navbera Bacicî û Tikrîtê de 2 xwekujan bombeyên li ser xwe teqandine û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 34 kes jî birîndar bûn.

 

Wezareta Hundirîn a Iraqê da xuyakirin ku xwekujê sêyemîn li deriyê restorantê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin