Smiley face
sorani
Smiley face

Baran Bêrîtan: Sedemên dîrokî û siyasî yên kolberiyê hene

2017-09-17 09:22:18
Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Baran Bêrîtan diyar kir ku pirsgirêka kolberan û sînoran mijarekî dîrokî û siyasî ye û got ku kolberî çavkaniya xwe tenê ji pirsgirêkên aborî nagire. Bêrîtan her wisa îşaret bi xwepêşandanên gel kir û got: "Rêxistinên Civaka Sivîl dikarin pêşengiyê ji çalakiyên gel re bikin û wana rêxistin bikin."


 

 

AWAT HAWAR / ROJNEWS

 

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Baran Bêrîtan, di hevpeyvînekî taybet de pirsên me yên derbarê sedemên derketina kolberiyê, êrişên rejîma Îranê yên ser kolberan û çareseriya wê de bersivand. Baran Bêrîtan diyar kir ku sedema derketina kolberiyê tenê aborî nîne û got: “Sedemên kolberiyê yên dîrokî û siyasî hene.”

 

Têzanîn ku li hemû herêmên Îranê yên sînor bi sedemên pirsgirêkên aborî her ji berê ve kolberî tê kirin. Bes ji derveyî sînorên dikevin mintiqeyên Kurdan agahiyên kuştina kolberan ya ji aliyê Îranê ve nayê. Divê ev çawa were destgirtin?

 

Di dîroka Îranê de, Zagros û bi taybet herêmên Zagros ên gelê Kurd lê dimînin, bingehên şaristaniyê bûn û çavkaniya dîroka Îranê jî xwe dispêrê wê coxrafyayê. Her wisa ev herêm her timî bûne cihên nerazîbûn û serhildanên dijî desthilatdarî û hikûmetên 2500 sal ên derbasbûyî yên Îranê. Ji ber vê yekê ev herêm xwedî potensiyelekî mezin a guhertinêye. Îran jî her tim Zagros ji bo xwe weke metirsî dibîne. Bi berdewam li hemberî gelên wê herêmê siyaseta çewsandinê daye meşandin. Niha jî bi heman rengî ye. Bi kurtî Zagros herêmeke Îran dixwaze bi rêya wê derbasî Rojhilata Navîn bibe ye.  Ji ber vê yekê ev mijar tenê peywendiya xwe bi sînor û kolberan ve nîne, mijarekî dîrokî ye.

 

Hûn kuştina kolbaran weke siyaseteke Îranê ya li dijî gelê Kurd dibînin?

 

Siyaseta li Rojhilatê Kurdistanê hatiye meşandin, qet ji siyaseta navendî ya Îranê qut nîne.  Ev jî ji ber taymendiyên herêmên cûda yên Îranêye. Ew dewleta ku her çar sal carekê tê guhertin, hikûm nake, ya li Kurdistanê hikûm dike hîmê siyaseta Îranê ye. Sipay Pasdaran, Beytî Rehberî û navendên îstîxbaretî bi hev re kom dibin û siyaseta li Kurdistanê diyar dikin û kontrol dikin. Ji ber vê yekê nikarin bêjin ew tiştên ku li Kurdistanê rû didin, ji biryarên navenda Îranê qût in. Damezrandina sîstemekî bi hêz navendî bû. Ango dîroka Îranê, yan siyasetmedarên Îranê bi mebest sîstemekî navendî ya bi hêz damezrandine. Pêwîst dîtine ku derdor bêdeng bikin. Çi li sîstema Komariya Îslamî û çi jî li sîstema berê de berdewam êrîş kirine li ser gelên din û bi taybet gelên Zagrosan. Niha jî faşîzma Îranê, nasyonalîzma Îranê, bi taybet ewên ku xwe lîberal didin naskirin, çavkaniya bihêzkirina desthilatiya navendî ya Îranê ne.

 

Li gorî nêrîna we li Kurdistanê tenê sedema derketina kolberiyê pirsgirêkên aboriye?

 

Aborî jî yeke ji sedemane lê, ne hemûye. Li gorî hinek çalakvanên sivîl, hinek welatî, dewlet û hindek aliyên siyasî yên xwe demokrat dibînin, sedema kolberiya li Kurdistanê pirsgirêkên aborî didin nîşan. Bi dîtina min sedemên siyasî, çandî û dîrokî jî hene. Mijara kolberiyê demeke di dirêje di rojeva siyaseta Îranê û çalakvanên mafê mirovan de ye. Li Kurdistanê her tim kolber hebûne. Ji roja ku sînor di navbera parçeyên Kurdistanê de hatine danîn heya niha kolberî heye. Her tim li ser van sînorên bi dest hatine xîz kirin çûyîn û hatinek hebûye. Her çend ku nikarin navê kolberiyê lê bikin jî. Lê di van demê dawiyê de ji ber rewşa xirab ya aboriyê, ambargoya 15 salên derbasbûyî karê kolberiyê jî zêde bûye. Aboriya Îranê heya astekê ber bi aboriyekî nîvlîberal ve çûye û karta taybet zêdetir girîngî jêre hatiye dayîn ji karta giştî. Ev yek bûye sedem ku rewşa xelkê Kurdistanê jî bê guhertin. Berê bêkarên li Kurdistanê diçûn Tahranê û bajarên mezin li wir kar dikirin. Lê piştî nîv lîberalkirina sîstema aboriya Îranê dewletê êdî nekarî gelek tiştan bike. Bi giştî wan wisan kir ku demokrafiya aboriya Îranê were guhertin. Bêkarên Kurdistanê ji ber vê yekê serî li kolberiyê dan.  

 

Îran piştî salên 1990'an şûnve ji sîstema aboriya cîhanî ber bi sîstema nîv lîberal ve çû. Îranê jî nekarî xwe ji vê guhertina cîhanî dûr bigre. Di vê sîstemê de dewlet di astekî mezin de dibe xwedî qazancên mezin. Lê qazancên taybet ji bo Kurdistanê nîne. Ciwanên xwendekar ji neçariyê dest bi karên qacax dikin. Ji derveyî vê yekê sûpayên pasdaran ku mafyaya aboriyê ya Îranê birêve dibe, xwe li ser karê qacaxiyê xwedî dike.

 

Hûn çalakiyên çep û çepgirên Îranê yên li dijî kuştina kolberan û piştgiriya ji bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê çawa dest digirin?

 

Ew çalakiyên ku ji aliyê çepên Îranê û gelên Îranê ve tên lidarxistin gelek kêmin. Helwesta wan li hemberî rewşê hebû, lê dema bi giştî temaşe dikin, mûxalefeta Îranî ya li derveyî Îranê qet nebû xwedî helwest. Dema ku behsa Kurd yan Kurdistanê û Zagrosan tê kirin, her tim ew aliyên xwe weke mûxalefet didin nasîn, wer difikirin ku gotina Kurd Îranê parçe dike û ji holê radike. Demeke dirêje opozîsyona derveyî Îranê qet têgihîştinekî kûr nîne di warê realîteya civakê de û derûnnasiya civakê de. Qet analîz û fêmkirineke wan ji bo gelene Îranê nîne. Ji ber vê çendê jî ti helwesteke wan jî nîne.

 

 Çep di teoriyê de dimîne û ji rastiyên civaka Îranê dûr dikeve. Ew tenê di warê zîhnî de temaşeyî bûyeran dikin. Ji bo piştgiriya bi serhildanên Rojhilatê Kurdistanê re me ti piştgirî ango helwesteke wan ya diyar nedît. Di rewşekî wiha de tişta pêwîst ew bû ku hewlestekî wan hebe li hemberî mijara kolberan. Lê tiştek nekirin. Çepgiriya Îranê li ser hîmeke rast ava nebûye, her timî nasyonalîzma Îranî bandorê lê kiriye. Eger çepên Îranê dixwaze tevgerekî nû destpê bike navnîşana wê eşkere ye. Ew jî Kurdistane. Divê helwesta xwe ya li hemberî Kurdistanê zelal bike.

 

Çepên nû yên Îranê hinekî cûdane. Me helwesta çepên nû yên Îranê ya di mijara Kobanê û Şengalê de dît. Lê wan jî nekariye xwe bi rêxistin bikin. Lê çepên klasîkî yên Îranê di salên 60 de mane û qet derbas nekirine.

 

Hinek ji çalakvanên lîberal kuştina kolberan bi parastina sînorê welat ve girê didin û dibêjin ku ne sûcê hêzên çekdarî yên Îranêye, sînor diparêzin, li ser vê yekê hûn çi dibêjin?

 

Bi salane ti hêz nekariye li van herêman sînorên pir saxlem çêbikin. Îran jî yek ji van hêzaneye. Ji ber ku li vir gelê Zagrosan û bi taybet gelê Kurd bi hezaran sale dijî. Qet rê nadin sînoran. Nasyonalîstên Îranî çûn û hatina kolberan ya li ser van sînoran weke lewaziya sîstema ewlekariya Îranê dibînin. Çima ti helwesteke wan li hember ev karên terorê yên dezgehên fermî yên Îranê dikin nîne? Çima van li ser asayîşa welat metirsî nabînin, hatin û çûna kolberan metirsî dibînin.  Eger hatin û çûna kolberan wiha metirsîdar dibînin, em ji wan re dibêjin, ka di serî de li hemberî wan dezgehên li navenda Îranê terorê belavê nava cîhanê dikin, bibin xwedî helwest.  

 

Ji ber çi dewlet hewl dide dengê nerazîbûnên gel bêdeng bike?

 

Di 40 salên derbasbûyî û heya niha, 3 caran serhildan çêbûne. Yekem şoreşa gelên Îranê û gelê Kurd bû di sala 1979'an de pêk hat. Duwemîn, komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan bû li Rojhilatê Kurdistanê gel rakir li ser pîyan. Îro li dijî kuştina kolberan dîsan heman helwest heye. Dewletê xwest ku di demekî kurt de rewşê kontrol bike. Ji aliyekê de ji gel re ragihand ku wê kujerên kolberan bidin dadgehê û ceza bikin, li aliyê din jî siyaseta xwe ya bêdeng kirina gel da meşandin. Divê hikûmet vêya bizane ku êdî Rojhilatê Kurdistanê ne weke salên 1990'an e. Ew dem derbas bûye. Êdî ew sal nemane. Eger Kurdistanê bi berdewamî milîtarîze bikin, divê bizanin ku wê Kurdistanê ji dest bidin. Li Bakurê Kurdistanê siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd cûda ye ji siyaseta Îranê . Îran hewl dide di warê aborî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê herêmên azad ên aboriyê ragihîne. Di xwest bi vî rengî çînekî navendî ya girêdayî dewletê ava bike. Lê bi ser neket.

 

Lli Rojhilatê Kurdistanê kîjan tevger dikarin pêşengiyê ji serhildanên Kurd re bikin?

 

Rêxistinên Civaka Sivîl tevî hemû astengiyên rejîma Îranê jî li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berçav çalakin û xebatên wan berfirehin. Ev rêxistinane dikarin daxwazên gel rêxistin bikin û pêşengiyê ji wan re bikin.

 

Divê çalakiyên nerazîbûnê çawa berdewam bikin?

 

Li Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd lûtketeyî siyasî ya bi hêze. Eger partiyên siyasî û tevger dixwazin pêşengiya gel bikin, pêwîste vê yekê baş bibînin û fêm bikin. Tişta îro li Rojhilatê Kurdistanê pêwîste yekîtiya nava gel û partiyên siyasî ye.

 

Hûn bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî nerazîbûnên Rojhilatê Kurdistanê çawa şîrove dibînin?

 

Di asta navnetewî de me tiştekî wiha nedît. Civaka navnetewî rojane li gel Îranê danûstandinên dîplomatîk dikin. Ew amadene berjewendiyên gelên Îranê û gelê Kurd qurbanê berjwendiyên xwe bikin.  Em em temaşeyî lihevkirinên çend salên derbasbûyî yên di navbera Îran, Amerîka û welatên Ewropa de bikin, ti daxwazên gelên Îranê li ber çavan nehatiye girtin. Li gorî berjwendiyên xwe yên hevbeş kar dikin. Ji ber vê yekê gelek asayiye ku bê helwest bimînin.

 

(ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin