Smiley face
sorani
Smiley face

Ebadî daxwaza ji kar dûrxistina Necmeddîn Kerîm kir

2017-09-14 13:58:23
Ofîsa Serokatiya Parlamentoya Iraqê ragihand ku Heyder Ebadî bi fermî daxwaza ji kar dûrxistina Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm kiriye.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Îro Ofîsa Serokatiya Parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî nivîsek fermî pêşkêş wan kiriye. Ebadî di nivîsa xwe de ji parlamentoyê xwestiye ku Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm ji kar dûrbixin.

 

Li gor heman daxuyaniya nivîskî ya Parlamentoya Iraqê wiha jî hat ragihandin; “Li Parlamentoyê bi piştdayîna xalên 2 û 8 ên madeya 7 a yasaya hejmar 21’ê ya sala 2008’ê, parêzgehên derketin derve yasa û îmzeya 105 parlamenteran, ji bo dûrxistina Necmeddîn Kerîm ji ser kar, wê bê xistina dengdanê.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin