Smiley face
sorani
Smiley face

Geliyê Kersê bi hilberîna tûtina xwe li herêmê tê naskirin

2017-09-14 12:53:24
Li Geliyê Kersê ya ku başûrê çiyayê Şengalê ye bi salana ji aliye şêniyên gundên derdorê Geliyê Kersê ve çandiniya tûtinê tê kirin. Tûtina Geliye Kersê li Iraqê di rêza yekem de ye. Welatiyên Geliyê Kersê jî dibêjin piştî fermana 2014’ê ew di derxistina tûtinê ya bazaran de zehmetî dikişinin.


 

 

ROJNEWS/ ŞENGAL


Li Şengalê yek ji serçaveya debara jiyana welatiyan jî karê tûtinê ye. Yek ji cihên herî bi tûtina xwe tê naskirin Geliyê Kersê yê dikeve başûrê Çiyayê Şengalê ye. Her wiha çandiniyên gelek cûrên çandiniya cûda jî lê tê kirin. Geliyê Kersê di Iraqê de bi tûtina xwe nê naskirin. Tûtina Geliyê Kersê li bazarên Bexda, Mûsil, Hewlêr, Silêmanî û gelek cihên din tê firotin.

 

Di destpêka meha Nîsanê de şitlên tûtinê tên danîn û heya meha Mijdarê ev şitil tên rakirin. Di nava vê pêvajoyê de 3 caran berhem jê tê girtin. Tûtina destpêkê tê çinîn jê re Zerîk tê gotin. Ya piştî wê Reşik û herî dawî meha Mijdarê ya tê komkirin jî Weşek jê re tê gotin. Di nava van curan de ya herî baş Reşik e. Ya herî biha jî ewe. Di kişandina xwe de jî ya herî girane.

 

Yek ji welatiyên Geliyê Kersê ku karê çandiniya tûtinê dike yê binavê Derwêş Zerdîn, ji ajansa me re wiha axivî; “Pêş fermanê em li Tilêzir bûn. Dema fermanê de em hatin vir. Ji vî gundê me re Berdehlê tê gotin. Bi sadan sale li Geliyê Kersê çandiniya tûtinê tê kirin.”

 

Derwêş Zerdîn wiha dewam kir; “Ji serê salê heya dawiya salê em bi tûtinê re mijol dibin û çandina wê pir zehmete. Pîşti em nav bûsten rakir em pel bi pel ji hev dikin û lî ber rojê zûha dikin.”

 

 

Derwêş Zerdîn diyar kir ku wan pêş fermana 2014’ê debara jiyana xwe li ser vê tûtinê dikir û got ku piştî fermanê ew di şandina tûtinê ya bazaran de pir zehmetî dikişinin.

 

Her wiha jina bi navê Edul Xwedêda jî ku bi karê çandiniya tûtinê re mijol dibe, der barê karê xwe de ji ajansa me re wiha axivî; “Debara jiyana me tinê bi tûtinê dibe. Em serê salê ceh tavêjin erdê xwe. Pişti me ceh rakir, em tûtinê lê diçînin. Cihê ku em lê çandinî dikin ne erdê me bi xwe ye, em lê çandinî dikin. Piştre berhemê ku derdikeve em û xwediye erdê pervadikin. Lê ji ber ku derxistina bazarê de em zehmetî dikişinin, em nikarin debara xwe pê bikin.”

 

 

Di dawiyê de jî Edul Xwedêda axaftina xwe wiha bidawî kir; “Gundê me ne tenê tûtin têde tê çandin. Her cûre fêkî û zebze têde tên çandin. Niha li  kêleka wê ji hinarê Geliyê Kersê pir xweşin û her maleke derdora tûtina xwe darê hinara ji diçînin, ji ber di aliyek de na hele ku toz û zererê bide tûtinê û ya din jî em berhemê xwe jî jê radikin.”

 

 

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin