Smiley face
sorani
Smiley face

Li Paşmax 116 tankerên benzînê li Îranê hat vegerandin

2017-09-14 12:39:12
Serpereştyarê Deriyê Sînor ê Paşmax ragihand ku di sê heftiyên buhrî de 116 tankerên benzîna bi kalîteya xirab li Îranê hatine vegerandin û got: “Piraniya ew benzîna xirab ji aliyê bazirganên Kurd ve tê şandin.”


 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ PÊNCIWÊN


Berpirsên Deriyê Sînorê Navnetewî yê Paşmax li navçeya Pênciwên  ya girêdayî Silêmanî gelek caran şandina benzîna xirab ji Îranê ji bo Herêmê asteng kirine. Vê carê jî 116 tanker benzîna xirab li Îranê vegerandin.

 

Têkildarî mijarê Serpereştiyarê Deriyê Sînor ê Navnetewî yê Paşmax Ezwer    Mehmûd ji ajansa me re ragihand ku ji ber tund kirina rê û rêbazên şandina sotemenî û bicih kirina destûrên Wezareta Jêderên Xwezayî di şandina benzînê ji bo navenda ceribandina li Paşmax, rojane gelek tankerên sotemeniya xirab li Îranê tê vegerandin.

 

 

Her wiha Ezwer Mehmûd got: “Tenê di sê heftiyên buhrî de 116 tankerên benzîna xirab hatiye desteser kirin ku di ceribandinê re li gorî taybetmendiyê Wezareta Jêderên Xwezayî diyar kirine, derneketine. Ji ber wê hemû bi awayê sê koman li Îranê hatine vegerandin.”

 

Di dawî de Ezwer Mehmûd ev gotin kir: “Beşek mezin ji benzîna xirab ji aliyê bazirganên Kurd ve ji bo Herêma Kurdistanê tên şandin. Beşek kêm jî bazirganên Îranê dişînin. Ji ber wê me aliyê Îranê şiyar kir ku divê li gorî merc û destûrên Wezareta Jêderên Xwezayî , benzînê bişînin deriyê Paşmax.”

(rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin