Smiley face
sorani
Smiley face

Zilamek nêzî 30 sale li gel agir karê hesinkarî dike

2017-09-14 12:03:41
Sadiq Hewramî nêzî 30 sale  di germahiya Havînê û sermahiya Zivistanê de li gel firina agir ya hesinkariyê karê hesinkarî dike.


 

 


CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Welatiyê bi navê Sadiq Hewramî yê 71 salî nîştevanê Helebce ye û di temenê xwe yê ciwantî de dest bi karê hesinkarî kiriye. Ev nêzî 30 sale  bê navber, piştî mirina bav û bapîrê xwe hesinkarî dike.

 

 Têkildarî kel û pelên ku çêdike de Sadiq Hewramî wiha ji ajansa me re axivî: “Ez bivir, das û çekuçan çêdikim û tîj dikim. Cotyarên Hewreman, Helebce û Şarezûr ji bo kirîn û tîj kirina kel û pelên xwe tên gel min.”

 

 

 Sadiq Hewramî wiha qala pîşeyê xwe dike: “Pîşeyê hesinkarî kure û pîşeyekî resen yê Kurdewariye, her ji kevin ve heye. Lê niha gelek kêm bûye. Li Helebce, ji dervey min kesek din bi vî karî ve mijul dibe, ew jî tenê kêran çêdike.”

 

Her wiha Sadiq Hewramî got: “Berî kîmyabarana Helebce, me cihek mezin ya hesinkarî hebû. Ew jî li bajarokê Tewêle ya Hewreman bû, me gelek kar li wir kir. Lê dema ku em di sala 1990’an de hatin Helebce, heya  niha, me ev cihê biçûk  ava kiriye. Ew hesin û saçên ku hatine avêtin, em kom dikin û bi rêya germ kirin û lêdanê tiştek nû çêdikin.”

 

 

Hewramî axaftina xwe wiha domand: “Karê me karek gelek girane, bi taybet di werza Havînê de. Ji ber ku karê me bi agir û germ kirina saç û hesinane, her wiha şekil dayîna hesinan û berhemên nu çêkirine, hêzek zêde tê xwestin. Lê ji karê xwe hez dikim û tu car ji karê ne xwe ne westame. Tenê rojekê jî ez ne fikirîne ku dest ji karê xwe berdim.”

 

Sadiq Hewramî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji berî ku zarokên min xwendina xwe bi qedînin û karek din bikin, li gel min kar dikir û xwe fêr kirine. Lê piştî tayînbûna wan dest jî vî pîşeyî berda. Lê di tirsim ku piştî mirina min, ev cih were girtin.”

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin