Smiley face
sorani
Smiley face

Cotyarên Pênciwên ji ber ne firotina berhemên xwe nerazîne

2017-09-14 10:38:53
Ji ber cografya destdayî û xaka berhemdar ya Pênciwên, berhemên weke  Bacan, Zebeş, bîber û bi dehan berhemên din tê hilberîn. Cotyarên  Pênciwên jî dibêjin ew dikarin pêwîstiyên navxweyî   pêşwazî bikini ê ji ber ji derve anîna berheman, berhemên wan nayê  firoştin.


 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ PÊNCIWÊN

 

Cotyarên navçeya Pênciwên ya ser bi Silêmanî, bi  salane li gel hilberandina berhmên wek bacan û zebeşan, rastî pirsgirêka ne firotina berheman dibin. ji ber ku piraniya berheman ji derve tê şandina Herêma Kurdistanê.

 

 Têkildarî mijarê yek ji Cotyarê ji gundê Kuwawa yê ser bi Pênciwên ê binavê Soran Namiq wiha ji ajansa me re axivî: “Cotyarên deverê dinava pirsgirêkan de di nale, bi taybet di dema hilberandina berheman de. Ji ber ku ti sînorek ji derve wergirtina berheman nîne, berhemên cotyaran nayê firotin. Min îsal nêzî du donim erd kiriye zebeş û milyonek û sed hezar dînar lê xerc kiriye. Lê piştî hilberandinê û firotinê, tenê bûye bi nirxê 165 hezar dînar.”

 

 

Her wiha Soran Namiq got: “Her sal em rastî heman pirsgirêkan tên. Heya ku em ne dakevin kolanan û rê negrîn, berpirsên hikûmetê bi hewara me ve nayên.

 

Her wiha kesê binavê Kawe Hisên ku berhemê cotyaran dikire  û dibe bazara giştî ya Silêmanî jî ev gotin kir: “Rojane  ez gelek aciz dibin ku berhemek navxweyî gelek baş  ku cotyar bi kedekî mezin di hilberîne, bi nirxekî kêm tê firoştin. Hinek car bi nirxek ewqas kêm di firoşim ku cotyar li ser kirêya guhestinê deyndar dibe.”

 

 

Kawe Hisên axaftina xwe wiha domand: “Berhemên weke bacan, zebeş, bîber, fasulye, sêv, tirî û gelek berhemên  din, di dema hilberînê de nirxê wan tê xwarê. Ji ber wê çareseriya vê pirsgirêkê, ne tenê girtina seriyê sînor ê Paşmaxe. Li gel wê jî divê hemû deriyên sînor yên fermî û ne fermî vê biryarê bi cihî bîne û berhemên derve wernegrin.”

 

 Li ser heman mijarê Nûnerê Cotyarên navçeya Seyîdsadiq li Deriyê Sînor ê Paşmax  Bextiyar Qadir jî wiha got: “Cotyaran karîne gelek berhemên çandinî bi taybet bacanan hilberînin. Bê guman dikarîn bêjin aliyên peywendîdar li nav bajarên Herêmê bacanan di hilberînin.”

 

 

Bextiyar Qadir bi van gotinan dirêjî da axaftina xwe: “Me li deriyê Paşmax kariye bi biryara wezareta çandiniyê bac li ser berhemên ji derve tê wergirtin danîn. Lê li gorî şopandinên me yên ku li deriyên din ên sînor kiriye, ew biryar bi cih nayên. Ev jî dibe sedem ku berhemê navxweyî pêşbaziyê li gel berhemên derve neke.”

 

Bextiyar Qadir axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di encama zext û hewldanên me de, biryare ji sibe ve wergirtina bacanan li deriyê Paşmax were rawestandin ku em bikarin sudek zêdetir bidin cotyaran. Di du rojên dawî de me serdana deriyê sînor yê Perwêzxan li Germiyan kir. Li wê jî soz ji me re da ku sînorek ji bo wergirtina berhemên derve bi taybet bacanan were dayîn. Lê nekirine biryar.”

 

 Hêjayî gotinêye ku duh berpirsên rêveberiya Pênciwên û deriyê sînor ê Paşmax biryar dan ku  ji sibe ve ji bo mehekê rê neyê dayîn ku berhemên Îranê were wergirtin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin