Smiley face
sorani
Smiley face

Agir girte daristanên Kirmaşan

2017-09-14 10:41:23
Agir girte daristan û zozanên herêma gundê Darxûr ku dikeve navbera bajarê Kirmaşan û Şabadewe. Li vê herêmê tenê hêzên pasdarên Îranê dikarin çûnûhatinê bikin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Ji duh ve agir girtiye daristanên navbera Kirmaşan û Şababad ên Rojhilatê Kurdistanê. Ev herêm weke daristanên tejî tên naskirin. Li vê herêmê ji dervey hêzên pasdarên Îranê kes nikare çûnûhatinê lê bike.

 

Welatiyên derdora vê herêmê diyar dikin ku dibe hêzên pasdarên Îranê bi zanabûn agir berdabe vê herêmê, ji bo bi bikarin bi temamî bêxin bin kontrola xwe de.

 

Her duh beşek ji welatiyên sivîl hewldan xwe bigehînin cihê şewatê û pêşî li mezinbûna şewatê bigirin. Belê hêzên pasdarên Îranê destur nedan.

 

Rêveberiya parêzgeha Kirmaşan jî sedema şewatê germa zêde nîşan da. Lê ev herêm bi temamî ji aliyê pasdarên Îranê ve ji bo çûnhatinê hatiye qedexekirin û bê navber li vir çalakiyên leşkeri pêktînin.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin