Smiley face
sorani
Smiley face

Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran îro jî dicive

2017-09-14 09:05:31
Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran ji bo biryara dawî li ser bersiva ji bo YNK û PDK’ê li ser tevlîbûna aktîfkirina parlamentoyê bide, îro dicive.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Şevê din Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran bi serokatiya Rêberê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî civiya û biryare îro saet 11:00’ê cardin kom bibe.

 

Di civîna îro de jî li ser mijara aktîfkirina parlamentoyê û ji bo bersivdana YNK û PDK’ê dê tevlî aktîfkirina parlamentoyê bibin an ne, mijara referandûmê û yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê dê bên guftûgo kirin.

 

Piştî pêşkêşkirina îmzeyên yasayî ya parlamenteran, ji dervey parlamenterên Komeleya Îslamî û Tevgera Goran, biryar bû îro parlamentoya Herêma Kurdistanê bê aktîfkirin û rûniştina xwe ya yekem lidar bixwe. Belê rûniştina parlamentoyê ji bo sibe saet 19:00’ê hat taloqkirin. Ev jî bi hinceta ku divê 48 saet di ser dema agahdarkirina parlamentoyê re derbas bibe ye.

 

Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 12’ê Cotmeha 2015’ê ve li ser biryara PDK’ê hatiye rawestandin. Piştî biryara referandûmê ya di 25’ê Îlonê de, ji meha buhrî ve PDK û YNK biryara aktîfkirina parlamentoyê didin. Belê hîna parlamento nehatiye vekirin.

 

Di 10’ê Îlonê de carek din YNK û PDK civiyan û biryara aktîfkirina parlamentoyê dan. Di heman rojê de Lijneya Bilind a Referandûmê bi daxuyaniyek nivîskî ya fermî ragihand ku wê 14’ê Îlonê yanî îro parlamento bê vekirin. Belê duh êvarê carek din ev biryar hat taloqkirin.

 

Heya niha jî Tevgera Goran û Komeleya Îslamî biryar nedane ka wê tevlî aktîfkirina parlamentoyê û rûniştina parlamentoyê bibin yan ne.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin