Smiley face
sorani
Smiley face

10. Konferansa Perwerde û Hînkariyê ya Wargeha Mexmûrê bidawî bû

2017-09-14 08:24:25
Li Wargeha Mexmûrê ku 10. Konferansa Perwerde û Hînkariyê duh di roja çaremîn de bi girtina biryarên girîng ji bo perwerdeya du salên pêş bidawî bû. Saziya Perwerde û Hînkariyê  derbazî sîstema hevserokatiyê bû.


 

 

 

ROJNEWS / MEXMÛR

 

10. Konferansa Perwerde û Hînkarî ya Wargeha ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku çar rojan bi xwendina perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, xwendina raporên xebatên du salan yên qada perwerdeyê  û nirxandinên mamosteyan di derbarê kar û xebatê du salan heya roja sêyemîn berdewam kir. Di roja çaremîn de bi xwendina pêşnûme biryarên saziya qada perwerde û hînkariyê û bi hilbijartinên hevserokên desteya disîplînê û hevserokatiyê bidawî bû.

 

10. Konferansa Perwerde û Hînkariyê bi nîqaşên di derbarê qada perwerde, rewşa mamoste û xwendevanan de bi biryarekî mezin hatin nîqaş kirin. Konferans bi hilbijartina hevserokatî û desteya disîplînê bi encam bû. Di heman demê de piştî nîqaşên, biryarên di derbarên pêşketina kar û xebatên qada perwerde û hînkariyê bi hilbijartinên hevserokatî û desteya disiplînê bidawî bû.

 

Piştî nîqaş û hilbijartinan axaftina girtina Konferans 10.   ji aliyê Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel ya Demokratîk  Huseyîn Kara ve hate kirin; Huseyîn Kara bi axaftina em bi hêvî û di wê baweriyê de ne ku wê ev konferans bibe wesîleya azadiya Rêber Apo, gelê Kurd û wiha domand: “Her ku kar û xebatên me pêşdikeve biryara me jî ji bo azadiya rêbertiya me jî bilindtir dibe, ji bo wê em bi hêvî û di wê baweriyê de ne kû wê ev konferans bibe wesîleya azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Çawa ku 10. Konferansa Perwerde û Hînkariyê bi armanca kêm, kurtasî û nebesiyên heyî sererast kirn bû, em di wê baweriyê de ne wê bi nîqaşên ku ev çar rojin bi biryarek mezin hatin meşandin wê bi encam bibe û destkeftiyên mezintir bidest bêxe.”

 

 

Kara bi van gotinan axaftina xwe dewam kir: “Em weke gelê Wargeha Penaberan ya şehîd Rûstem Cûdî di şert û mercên koçberiyê de destkeftiyên pir mezin bidest xistine, ji bo wê em weke mamoste li fikir û paradîgmeya Rêber Apo li civak û gelê xwe xwedî derbikevin. Ya ku ji her demê zêdetir dikeve ser milê me û ya ku pêvajo ji me dixwaze bi heyecan û berpirsiyartiyek mezin li erkên xwe xwedî derbikevin.”

 

Huseyîn Kara axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em cardin dibêjin em bi hêvî û di wê baweriyê de ne ku nîqaşên ev çar rojin li vê derê hatin meşandin,  wê ji bo xurtkirina kar û xebatê bibe hêvî û bawerî ku gavên hîn serkeftî bêne avêtin. Di dawiyê de cardin serkeftinê ji tevahî mamoste û xwendevanan re dixwazim û dibêjim wê xwedî derketina li fikir û ramanê Rêbertî erka me ya sereke û bingehîn be.”

 

Piştî axaftina girtinê konferans bi qêrîna dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Şehîd Namirin’ û ‘Zimanê Me Rûmeta Me ye’ bidawî bû.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(ha-zz)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin