Smiley face
sorani
Smiley face

Cenazeyê dayika Tûglûk ji ber êrîşa faşîstan nehat veşartin

2017-09-13 22:36:24
Cenazeyê dayika Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk, Hatûn Tûglûk ji ber êrîşa faşîstan nehat veşartin. Cenaze wê sibê li Dersimê were veşartin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Cenazeyê dayika Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk, Hatûn Tûglûk ku di seatên şevê de wefat kirîbû, piştî merasîma li Mala Cem a Pîr Sûltan a Ergazî ya li Batikenta Enqerê ji bo definkirinê, cenaze şandin goristana li taxa Încekê, lê belê di dema definkirinê de êrîşekî faşîst çêbû û ji ber êrîşê cenazeyê Hatûn Tûglûk nehat veşartin.

 

Piştî ku êrîş zêde bûn, carek din cenaze birin mala cemê. Cenazeyê Tûglûk wê sibê ji Enqerê bibin Dersimê û li wir were veşartin.

Aysel Tûglûk a ji bo beşdarî merasîma wefada dayika xwe Hatûn Tûglûk bibe du rojan destûr ji rêveberiya Girtîgeha Kandirayê girtiye.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin