Smiley face
sorani
Smiley face

Civîna parlamentoya Herêma Kurdistanê dîsa hat paşxistin

2017-09-13 20:28:28
Civîna parlamentoya Herêma Kurdistanê ku di hate gotin ku dê sibe pêkwere hate paşxistin. Hate ragihandin ku wê civîn roja Înê pêk were.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


 

Seroka Koma Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî ragihand ku civîna parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo roja Înê hatiye paşxistin.

 

Bêgerd Talebanî bal kişand li ser sedemê paşxistina civînê û got; "Bi mebesta agadarkirina parlamenteran a ji bo beşdarbûna rûniştinê civîn hate paşxistin. Li gorî pîvanên parlamentoyê divê 48 seat ji berî civînê parlamenter bên agadarkirin, ji bo vê jî civîn ji bo roja Înê hate paşxistin."

 

Bêgerd Talebanî destnîşan kir ku wê rûniştina parlamentoyê roja Înê di saet 19:00'an de destpê bike.

 

YNK'ê û PDK'ê ragihandîbûn ku li hevkirine ku di 14'ê Îlonê de palamentoya Herêma Kurdistanê aktîf bikin. Herwiha ji bo aktîfkirin parlamentoyê duh jî YNK, PDK û Tevgera Goran li hev civiyan lê negihîştîbûn ti encamekê. Li ser mijarê Tevgera Goran vê êvarê li ser biryara xwe ya dawî civiya ye.

 

Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 19'ê Tebaxa 2015'an ve ji ber pirsgirêka kursiyê serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye girtin û rê nayê dayîn Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê derbasî Hewlêrê bibe.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin