Smiley face
sorani
Smiley face

Li taxa Rewda ya Reqayê şer bi dijwarî didome

2017-09-13 19:56:25
Şervanên QSD`ê li taxa Rewda ya Reqayê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin û şer bi dijwarî li taxê dewam dike.


 

 


NAVENDA NÛÇEYAN

 

Çeteyên DAIŞ`ê ji bo zexta li ser çeteyên xwe yên ku li derdora nexweşxaneya Wetenî û baxçeyê Reşîd ên navenda bajarê Reqayê sivik bikin, êrîşe taxa Rewda ya aliyê rojhilat ê Reqayê kirin. Şervanan yekser bersiv dan û derbeyên giran li wan dixin.

 

5 êrîşkar hatin kuştin

 

Li gorî agahiyên ku Navenda Raghandin û Çapemeniya QSD`ê dane, bi qasî hate zelalkirin 5 êrîşkar hatine kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûne.

Şer li taxê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin