Smiley face
sorani
Smiley face

Ji bo jinên hatîn enfalkirin pêşangehek hat vekirin

2017-09-13 19:17:17
Rêveberiya Rewşernbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê pêşangehekî dokumenterî, taybet ji bo jinên li Germiyan hatîn enfalkirin vekir.


 

 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Li Hola Tewer a Silêmaniyê bi dirûşmeya, 'Ji bo ku kesên li Germiyan hatîn enfalkirî her tim di birî de zindî bimînin' Rêveberiya Rewşernbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê pêşangehekî dokumenterî taybet ji bo jinên li Germiyan hatîn enfalkirinî vekir.

 

Çalakvan Simko Sabîr ku li ser enfalê kar dike, têkildarî pêşangehê de got; "Ji bo 29 salên enfamê di pêşangehê de 29 tablo hatine nîşankirin. Her 29 tablo weke dokumentera 29 jinên hatine enfalkirin. Di pêşangehê de cd û kurte çîroka wan jinan têde deye. Hemû agahiyên derbarê jiyana wan de ji malbatên wan hatine girtin."

 

 

Simko Sabîr wiha domand; "Amanca vekirina vê pêşangehê ewe ku hertim enfal di hizrê Kurdan zindî bimîne û meha Nîsanê bên bîranîn. Ji bo ku careke din bûyerên wiha bi serê Kurdan neyên, divê em her tim bi bîr bînin."

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin