Smiley face
sorani
Smiley face

Perde li ser peykerê pêşengê xwepêşandanê Ewle Sîsî  hate rakirin

2017-09-13 18:29:56
 Li Silêmaniyê perde li ser peykerê yek ji pêşengê xwepêşandana sala 1930'an ya li dijî Brîtanyayê Ewle Sîsî hate rakirin.


 

 


RÊZAN MIHEMED / SILÊMANΠ

 

Li silêmaniyê vê êvarê li ber Deriyê Sera ya Silêmaniyê perde li ser peykerê yek ji pêşengê xwepêşandana sala 1930'an ya li dijî Brîtanyayê Ewle Sîse hate rakirin. Peyker ji aliyê peykersaz Çêner Nizarî ve hatiye çêkirin.

 

Peykersaz Çêner Nizarî derbarê çêkirina peyker de wiha got; "Ev projeya min ji bo kesayetekî girîng ê diyar yê xwepêşandana li ber Seraya Silêmaniye. Xwepêşandan di 6'ê Îlona sala 1930'an de  pêk hat, bi pêşangtiya Ebdul Mihêdîn Îbrahîm (Ewle Sîsî), niha weke qehreman tê naskirin."

 

Peykersaz Çêner Nizarî di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; "Peyker bi madeyê birûnz li Îranê hatiye amadekirin. Bilindiya peyker 380 cm. Çêkirina peyker 2 mehan berdewam kiriye. Sponsoriya çêkirna peyker ji aliyê Tofîq Xelwaçe tê kirin ku Ewle li mala wî maye."

 

Ewle Sîsî kî ye?

 

Di peymana sala 1930'an ya di navbera Iraq û Brîtanya de behsa Kurdan nehate kirin. Başûrê Kurdistanê bi weke Iraqê hate naskirin, di 6'ê Îlona heman salê de li Sera ya Silêmaniyê yekemîn xwepêşandan gel ya li dijî Brîtanya hate lidarxistin.


Ewle yek ji pêşengên xwepêşandanê bû. Di xwepêşandanê de ji Îngilîzan kesekê nêzî 120 Kurd kuşt, Ewle Sîsî ji bi kêrê ew Îngilîz kuşt û piştre Ewle sîsî ji hate gulebaran kirin. Di gulebarê de birîndar bû û piştre di xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest da û navê xwe li rûperên dîrokê nivîsî.

 


 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin